NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî da û bang li ciwanên welatparêz, şoreşger ên Kurdistanê û ciwanên sosyalîst, enternasyonalîst kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bikevin nava liv û tevgerê.
Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de got, “Li hemû Kurdistanê ciwanên şoreşger ên welatparêz divê li dijî êrîşên dijminê faşîst bi rihê gerîla seferber bibin. Ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heya Ewrupa, divê bi milyonan kes seferberî qadan bibin. Divê rawestandin çênebe.”
Rêxistina cîhanî ya bi navê NATO heta dawiyê li gel faşîzma Erdogan-Bahçelî sekinî ye
Ji gelê me yê welatparêz û ciwanên Kurdistanê re!
Dewleta Tirk a faşîst a qirker ji 14’ê Nîsanê û vir ve li ser bingeha stratejiya xwe ya tunekirina Kurdan êrîşî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dike. Dixwaze di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistanê de doza azadiya Kurdan tune bike û bi tesfiyekirina PKK’ê re armanca xwe ya qirkirinê pêk bîne. Her kêliya şerê 7 salên dawî ji bo pêkanîna vê stratejiyê bûye û hebûna faşîzma Tirk bi tunekirina Kurdên azad ve hatiye girêdan.
Ji ber vê yekê rêxistina cîhanî ya bi navê Nato ku rewa û hevkarê qetlîamên Kurdan e, heta dawiyê li gel faşîzma Erdogan-Bahçelî sekinî ye û di demên ku dewletê zehmetî jiyan kiriye de jê re rê vekiriye. Ji bo qetlîama Kurdan ne tenê her cure desteka dîplomatîk, siyasî û leşkerî ya pêwîst kirin, ji bo şikandina helwesta bêserûber a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her cure teknîka leşkerî diyarî KT’ya faşîst kirin.
Hêzên navnetewî ku dijminê gelên azadîxwazin, bi pêşengtiya NATO dixwazin hêviya azadiyê ya gelê Kurd bifetsînin û bi destê faşîzma dewleta Tirk xeyalên jiyana azad tune bikin. Ew bi her awayî hewl didin ku mirovên herî paqij û bedew ên vê dinyayê tune bikin. Hewl didin bi komplo, entrîka û bazariyên qirêj encam bigirin. Bi rêya hin saziyên bi navê navneteweyî yên wekî OPCW û CPT hewl didin sextekariya xwe li ser hemû mirovahiyê ferz bikin û dixwazin wan bixapînin.
Gotin ji zû ve hatiye kirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zêdetirî 6 mehin li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst a NATO’yê, şer û berxwedana herî mezin a dîrokê dimeşînin. Dewleta Tirk a faşîst-qirker 6 mehin bi her cure çekên kîmyewî ku qaşo li hemû cîhanê qedexe ne, êrîşî gerîla dike. Ev hovîtiya ne mirovane ya ku 6 mehin li pêşberî hemû cîhanê tê jiyîn, hewl tê dayîn hemû cîhanê bixapînin û dengê wê negihînin mirovahiyê. Di daxuyaniya dawî de jî hat ragihandin ku 17 gerîla bi van çekên kîmyewî şehîd bûne û dîmenên her du gerîlayên ku bi çekên kîmyawî bandor bûne hate belav kirin. Ji vê gavê û pê ve peyvan hêza xwe winda kir û tiştê ku divê cîhan bibîne, tevî hemû nerehetiya wijdanî ji her kesî re nîşan da. Dem dema rabûnê ye.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê rûmeta ciwanan e
Berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku her yek ji wan destaneke lehengiyê ye, îro jî weke her carê bi hemû heybeta xwe didome. Gerîlayên azadiya Kurdistanê serbilindiya hemû gelê me, jin, ciwan û me hemûyan e û sembola şeref û rûmetê ne. Di şexsê rêheval Baz û Helbest de em li ber bîranînên 17 rêhevalên xwe yên şehîd ên bi çekên kîmyawî şehîd bûne û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Weke Tevgera Ciwanên Apoyî em careke din soza xwe tînin ziman ku em ê heta roja serketinê ya ku em ê xeyalên şehîdên xwe yên pîroz pêk bînin li ser esasê pêkanîna berpirsyarî û erkên xwe yên li pêşberî vê helwestê têbikoşin.
Dem hatiye ku em bi rihê xwedawendên me yên azadiyê Sara û Rûkens li dijî dijmin têkoşîn bikin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li Zap, Avaşîn û Metîna bi rihê fedayî ber bi şoreşa azadiyê ve dimeşin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bê merhamet, bê minet, bê ku li benda bersivê be, vê berxwedanê didomîne. Destana berxwedanê ya sedsalê bi rihê fedayî yê Apoyî tê nivîsandin. Lê şerê hebûn û tinebûnê bi hemû hêza xwe didome. Ev dem ne dema şikayet, şînê û li hemberî hovîtiyên dijminan bê dengî mayînê ye. Ev ne dema wê ye ku mirov li dijî êrîşên qirkirinê alîkariyê bixwaze, an jî erkên xwe bide kesekî an tiştekî din. Dem ew deme ku em li hemberî hovîtiya kîmyewî ya faşîzma KT’ê îradeya xwe xurt bikin, her mirovekî ku şerm dike wê rabe ser xwe. Dem hatiye ku em bi berxwedana xwe hemû cîhanê felç bikin. Dem hatiye ku em bi rihê xwedawendên me yên azadiyê Sara û Rûkens li dijî dijmin têkoşîn bikin. Tişta ku niha pêwîst e her kes bi taybet Ciwanên Kurdistanê bkin, bêyî windakirina demê erk û berpirsyartiyên xwe bi cih anîne.
Divê ciwanên şoreşger ên welatparêz ên li her derê Kurdistanê bi rihê gerîla bikevin nava liv û tevgerê
Li dijî êrîşên dijminê faşîst, divê ciwanên şoreşger ên welatparêz ên li her derê Kurdistanê bi rihê gerîlatiyê bikevin nava liv û tevgerê. Ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heya Ewrupa, divê bi milyonan kes seferberî qadan bibin. Divê rawestandin çênebe. Divê ciwanên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çalakiyên radîkal li darbixin da ku karbin hovîtiya li Kurdistanê ku li dijî gerîla tê kirin ji hemû cîhanê re ragihînin. Divê li Rojava çalakiyên girseyî yên ku wê hêrsa bi mîlyonan ji hemû cîhanê re bi berxwedanê nîşan bidin, bên li darxistin. Divê çalakiyên ku îxanetê şermezar dikin, li dijî xiyanetkarên li Başûrê seferber bibin. Li aliyê din divê ciwanên Bakurê Kurdistanê ji her derê û her demê zêdetir xwe bi berpirsyarî hîs bikin, bêdengiya faşîzmê bişkînin, bibin deng, rih û sonda tolhildanê ya gerîla û rabin ser piyan. Divê helwesta Egîdî ya layiqî ciwanên Bakurê Kurdistanê ji faşîzma Erdogan Bahçelî û jenosîdên Soysuz re bê nîşandan û Komara Tirk bibe cihê agir.
Divê ciwanên Apoyî bi helwesta xwe ya redîqal cîhanê li dijminên Kurdan teng bikin
Wehşeta dijminê faşîst di qelsiya wî de ye, di tirsa wî ya bêserûber de ku hilweşiya ye. Ciwanên Kurdistanî divê di vê şerê dîrokî û berxwedanê de jî mîna her qonaxeke krîtîk cesaret û fedakariya ku ji wan tê hêvî kirin nîşan bidin û bi sekna têkoşer a ciwanên Apoyî cîhanê li dijminên Kurdan teng bikin. Li ser vê bingehê em weke Tevgera Ciwanên Kurdistanê Komalên Ciwan soza dilsozî, tolhildan û serketinê ya ji bo şehîdan dubare dikin û bang li ciwanên welatparêz, şoreşger, sosyalîst û navneteweyî dikin heya serkeftinê çalakiyên xwe bidomînin.”