Qamişlo_Meclîsa Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li beramberî bikarnîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li beramberî gerîlla yên azdaiya Kurdistanê li Zap û Avaşînê çalakiyek li bajarê Qamişlo li darxsitin.
Bi dehan ji endamên Ciwanan û Jinên ciwan tevlî vê meşê bûn ,meşê ji wargeha ciwanan a navenda bajarê Qamişlo destpêkir .
Bi alên Serokatî û alên Meclîsa Ciwanên PYD’ê û bi siloganên Şehîd namire heya ber bi saziya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan,li ber deriyê saziya Neteweyên Yekbûyî Ciwanan hêrs û kîna xwe nîşandan û bê dengiya wan şermezar kirin.
Her wiha axaftin ji aliyê Gîvara Esad li ser navê meclîsa Ciwanên PYD’ê hat kirin.
Esad diyar kir ku wê bêdeng nemînin helwesta wan tolhildane.
Hêjayî gotinê ye ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî çekên kîmyawî li ser piyane.