ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê banga tevlîbûna nava refên gerîla û bilindkirina têkoşînê kirin.
Ciwan û jinên ciwan ên Şengalê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî bertekên xwe yên tund bi daxuyaniyekê nîşan dan û diyar kirin ku ciwan gerîla bi xwe ne û gotin; “Gerîla gel û ciwan e, gel û ciwan jî em bi xwe ne.”
Daxuyaniya Ciwanên Êzidî li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi beşdariya dehan jinên ciwan û ciwanan hate dayîn. Di daxuyaniyê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG û YJA STAR’ê hatin hildan.
Di şexsê 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne de, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî wê rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Sara Botan daxuyanî da û bang li tevahî ciwanan kir ku têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê mezin bikin û berxwedana xwe li her derê fireh bikin.
Daxuyaniya ku hatiye dayîn wiha ye;
“Em dibêjin berxwedanî û têkoşîna ku 40 sale li hemberî xwîn mijiya dewleta Tirk tê kirin, wê tu kes nikaribe têk bibe. Tu carî dijmin wê nikaribe îradeya gerîla tune bike, ji ber ku tevahiya gelên azadîxwaz li pişta gerîla ne.
Em wek ciwanên Êzidî ji axa Êzidxana pîroz ji dewleta Tirk re dibêjin hûnê nikaribin vê îradeyê ji holê rakin. Bi îrade û enerjiya ciwana wê teqez serkeftin ya me be. Ev êrîşên hovane ku bi çekên kîmyewî li dijî gerîla tên kirin, wê tu carî neyên qebûl kirin. Bikaranîna van çekan nîşaneya wê yekê ne, ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên ezmanî û bejahî nikarîne xwe li ber berxwedaniya gerîla bigrin, ji ber wê van çeka bikar tînin.
Ev êrîşên li ser gerîla têne kirin li ser tevahiya mirovahiyê ne, ev hevalên me ku nihe li hemberî van çekên qedaxekirî li berxwe didin, ew îrade bi tu kesekî re nîne ewqasî li berxwe bide ji bilî gerîla. Ev zêdetir ji 6 mehane gerîla li hemberî hemû cureyên çekan ku dewleta Tirk ji NATO’yê digire li berxwe dide. Eger NATO destekê nede dewleta Tirk ewê nikaribin xwe ewqas li ber berxwedaniya gerîla bigirin.
Di şexsê Şehîd Baz de tevahiya şehîdan bi bîrtînin. Wek ciwanên Êzidî soz didin heya nefesa xwe ya dawî emê li pişta gerîla bin, heya azadiya tevahiya gelê xwe emê li ser vê xetê têkoşîn bikin. Em li ser xetekî rast têkoşîn dikin, xeta me xeta şehîda ye, emê heya dawî li hemberî zilmê şer bikin û li hemberî dagirkeriyê serî netewînin. Gerîla gel û ciwan in, em jî gel û ciwan li vir amade ne, ji bo li dijî dagirkeriyê şer bikin berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û li kêleka gerîla şer bikin.
Niha Başûrê Kurdistanê beşekî mezin jê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagir kirkirin. Pêwîste ciwanên Başûrê Kurdistanê êdî li hemberî vê dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re bê deng nemînin, em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê û ciwanên Êzidî dikin ji bo rê li ber van êrîşan û dagikeriyê bên girtin, rabin ser xwe li berxwe bidin û beşdarî nava refên gerîla bibin.”
Daxuyaniya ciwanan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.