REÎMS – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de, li ber avahiya France TV ya li bajarê Reîms ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl hate li darxistin.
Ciwanên êvarê li ber avahiya France TV’ê kom bûn, pankartên ji bo şermezarkirina êrîşên bi çekên kîmyewî amade kiribûn hildan.
Ciwanan, nêzê saetekê çalakiya xwe dewam kirin û dosyeya li ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser Kurdistanê, pêşkêşî rayedarên televîzyonê kirin.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û çalakî bi berzkirina siloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.