NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo tolhildana gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, rêze çalakî li darxistin.
Înîsiyatîfê ku polîsên Tirk ên faşîst ên li Stenbol û Sakaryayê hedef girt, ragihand ku bi giştî 3 polîsên faşîst ceza kirine.
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê têkildarî çalakiyan ev agahî dan;
“18’ê Cotmehê li Stenbol-Gokturkê, yekîneyên me bi şev saet di 02:00 de li hemberî polîsên dewleta Tirk a faşîst ên li dewriyeyê digeriyan, bi teqemeniyan û çekên ferdî çalakî kirin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li wesayita polîsan bû. Ji polîsên Tirk ên di hundirê wesayitê de yek mir, 2 jî birîndar bû. Ev agahî bi çavkaniyên xwecihî hate piştrastkirin.
18’ê Cotmehê li Sakarya-Sapancayê 4 wesayitên luks ên AKP’iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
19’ê Cotmehê li Stenbol-Çatalcayê yekîneyên me ji du baskan ve li qereqola polîsan xistin. Destpêkê bi teqemeniyan li hewşa qereqolê li polîsan hate xistin û ji du baskan ve bi çekên ferdî lê hate reşandin. 2 polîs hatin cezakirin, 2 jî bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi rengekî ewle ji qadê çûn.
Ev çalakî ji bo tolhildana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Kurdistanê bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin kirin. Em 17 gerîlayên azadiyê yên qehreman ên şehîd bûne bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê tola wan ji dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê bigirin.