ŞEHBA- Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê xwepêşandanek li dar xist.
Di 18’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 17 gerîlayên ku bi êrişên kîmyewî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, eşkere kirin.
Xwepêşandan ji qada dibistana ajotinê ya li navçeya Fafînê û heta goristana şehîdan a Fafînê dewam kir. Tê de wêneyên şehîdan, rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û pankertên li dijî dagirkerî û xiyanetê rakirin. Her wiha bênavber dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.
Li goristana şehîdan bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, endama tevgerê Emîne Hec Ebdo hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl dide gelê Kurd qir bike, ku şerê li Kurdistanê jî êdî bûye qada Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.”
Emîne Hec Ebdo destnîşan kir ku şerê li Kurdistanê şerê hebûn û nebûnê ye ji bo gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî gelê Kurd û hêza ku nasnameya gelê Kurd li Kurdistanê û seranserî cîhanê diparêze de, şermezar kir.
Di dawiya xwepêşandanê de, Emîne Hec Ebdo tekezî bi domandina têkoşîn û berxwedana li dijî dijminên gelê Kurd û meşa li ser şopa şehîdan da.