BORDEAÛX – Ciwanên TCŞ’ê li ber konsolosxaneya Tirk a faşîst a li bajarê Bordeaûx ê Fransayê çalakî li darxistin.
18’ê Cotmehê nasnameya 17 gerîlayên azadiyê yên di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ve bi raya giştî re hate parve kirin. Piştre jî piştî ku dîmenên her du gerîlayên azadiyê Baz Mordem û Helbest Koçerîn ên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne hate weşandin, herlwestên gel û ciwanên Kurd ên li dijî dagirkeriyê tund derketin. Ji wê demê heya niha çalakî bê navber tên li darxistin.
Aktîvîstên TCŞ’ê îro li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li hev civiyan û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, li dijî konsolosxaneya Tirk a faşîst a li Bordeaûxê çalakiyek li darxistin. Ciwanên ku çalakî li darxistin diyar kirin ku ji niha û pê ve hemû sazî û xebatkarên dewleta Tirk a faşîst hedefa wan in.
Ciwanên Kurd bi siloganên “Bijî Serok Apo” û “Dewleta qatil wê hesab bide” dawî li çalakiya xwe anîn.