KELAR – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê, 6 meh li pey xwe hêşt. Di vê demê de dewleta Tirk a faşîst ku li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekarî encamekê bi dest bixe, bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer ên nû zêde dike.
Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de bi siloganên “Bimire Îxanet û Şehîd Namirin” li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîla Gencanî Welatparêz (Ciwanên Welatparêz) daketin qadan.
Li ser navê Gencanî Welatparêz Şaho Germiyan axivî û got; “Gelê me yê welatparêz û birûmet, hûn dibînin ku dagirker û xayîn dixwazin Kurdistanê qir bikin. Lê belê Rêbertiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev xeyala wan gor kir. ”
Şaho di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir; “Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk çû, çekên kîmyewî û bombeyên qedexe bikar tîne. Gerîla nasname û rûmeta Kurdan e û her roj di tunelan de destan tên nivîsandin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê rê nede Helebçe û Enfaleke din.