QAMIŞLO – Piştî ku Navenda Parastina Gel ragahandibû 17 gerîlayên azadiyên bi çekên kîmyewî hatine şehîd xistin li çar aliyê cîhanê ciwanên kurd daketibûn qadan û soza tolhildanê dan. Îro jî Encûmana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî helwesta xwe li hember bikaranîna çekên kîmyewî nîşan dan. Daxuyanî ji aliyê rêveberiyê Encûmana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê Rodî Hesen ve hate xwendin.
Daxuyaniya ku bi deqeyekê rêzgirtin destpêkirî wiha ye;
“Dijminên kurdan ji kûrahiya dîrokê ve her cûre êrîş û şerên qir kirin û tunekirinê li ser gelê me dane meşandin. Ger em li komkujiyên ku bi ser Bakurê Kurdistanê ve weke geliyê Zîlan, Dêrsim, Sûka Licê û komkujiyên ku bi destên faşîzma AKP-MHP’ê di salên dawî de li Amed, Nisêbîn, Mêrdîn û herêmên rêveberiya xwaser li Sûra Amedê binêrin, emê bibînin ku her du dem jî bi eynî armancê ne. Li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî sîstema BAAS ya melalî, qirker û dagirker qirkirinên xwe pêk anîne.
Li hember van qirkirinan hertim kurdan serî hildane, weke berxwedana ku Seyît Riza, Şêx Seîd, Qasî Mihemed û Şêx Mehmûdê Berzencî raber kirine jî heye. Lê ev serhildanên Kurdan hertim hatine şikandin. Herî dawî jî komeke xwendekarên Bakurê Kurdistanê bi serkêşiya Rêber Abdullah Ocalan partiya bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê ava kirin. Bi vê têkoşînekî xurt dan meşandin û heya roja îro jî dewam dike. Ji têkoşîna rêxistinî heya têkoşîna leşkerî pêşketinên mezin çêkirin.
Lê dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên herî terorî û bê exlaq nêzî vê têkoşînê bû. Li pêş çavên dinyayê çekên kîmyawî û yên qedexe ve êrîşî qadên azad dike û di encama êrîşên wan de 17 şoreşgerên Partiya Karkerên Kurdistanê hatin şehîd xistin.
Em weke Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, van êrîşên bê exlaq û dijmirovahiyê bi tundî şermezar dikin û ev êrîşên ku tu carî nêzî exlaqa şer nîne, pêwîste ji aliyê hêzên têkildar ve were rawestandin. Hestên me yên Kurdiyatiyê nahêle ku em vê bê exlaqiyê bipejrînin. Divê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistan û cîhanê helwestên xwe diyar bikin û ya herî girîng ku ciwanên Kurd bi erk û berpirisyariya xwe rabin.”