BEHDÎNAN – Bi belgeyên şênber eşkere dibe ku artêşa Tirk li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev sûcê şer ên artêşa Tirk bi dehan carî hate ispat kirin. Lê belê artêş û hikumeta şerê taybet a AKP-MHP’ê ev belgeyên ku raya giştî şahidî jê re kir, înkar kirin.
Dîmenên nû yên gihîştin ajansa ANF’ê bi rengekî eşkere rastiya bombardûmana bi çekên kîmyewî ya bi rojan raxist pêş çavan.
Dîmen li Girê Şehîd Pîrdogan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê hatiye kişandin. Artêşa Tirk ji 4’ê Tîrmehê û vir ve hewl dide li vê qadê serwer bibe. Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ew cih e ku hêzên PDK’ê di 27’ê Tebaxê de rê çêkir û tevî artêşa Tirk êrîşî gerîla kir. Berxwedana gerîla jî hîn dewam dike.
Dewleta Tirk û PDK ku dikin nakin nikarin berxwedana gerîla bişikînin, bi hev re li dijî gerîla bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tînin.