NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Tolhildanê ya Şehîd Zelal Xerzan a YPS’ê li wesayîta gardiyanan da.
Di daxuyaniya YPS’ê de ev tişt hate diyarkirin “Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Zelal Xerzan a YPS’ê di 17’ê Cotmehê de saet di 01.54’an de li Taxa Alî Pinar a Şehîtlika Amedê li otobusa bi plakaya 21 s 0580 a ku girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 1’emîn a Amedê dibir Girtîeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Amedê, da.
Rejîm faşîst a AKP û MHP’ê li hemberî hemû kesên ji bo azadiyê li ber xwe didin, êrîşeke topyekûn daye destpêkirin. Berxwedêrên di girtîgehan de ji mafên xwe yên heq û hiqûqê mehrûm hatine hiştin û êşkence li girtiyan tê kirin. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ji bo ku girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin, şertên girtîgehê roj bi roj giran dike.
Ev çalakî li dijî zext û êrîşên dermirovî yên li ser girtiyên siyasî hatiye kirin. Em YPS û YPS-JIN diyar dikin wê çalakiyên me yên li hemberî êşkence û qetlîama ku rejîma AKP û MHP’ê bidome.”