REQA – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir. Fermandariya NPG’ê diyar kir ji ber bêdengî û piştgiriya saziyên navneteweyî êrîşên kîmyewî zêde bûne. Di heman demê de NPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got; “Artêşa Tirk van sûcên xwe yên şer li qadê Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amêdiyê û li gundên Sîda û Çemçoyê didomîne. Heke li hemberî rêjîma AKP û MHP’ê ya qirker û artêşa Tirk nerazîbûneke xurt neyê nîşandan wê ev sûcên şer zêdetir bidomînin. Di rojên borî de di êrîşên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî de, li qada Şikefta Birîndara ya Zapê 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 hevalên me şehîd bûne.”
Li ser vê bingehê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa daketin kolanan û li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û tevahî çekên qedexe li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, helwestên xwe nîşan dan.
Çalakiya ciwanan ji kolana Til Ebyed a Reqayê destpêkir û ber bi El-Neîm ve dewam kir. Ciwanan di çalakiyê de bê navber siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire Dîktatorî” berz kirin. Heman demê de ciwanan di çalakiyê de wêneyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne hildan.
Ji ber çalakiya ciwanan û beşdariya gel a ji bo çalakiyê rê heya ku çalakî bi dawî bû hatin girtin.
Di çalakiyê de ciwanan axivîn û diyar kirin ku ewê li dijî her cure êrîşê li berxwe bidin, ew tu carî berxwedana gerîla bi tenê nahêlin. Heman demê de ciwanan teqez kirin ku ewê bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistana demoqratîk xeyalên şehîdan pêk bînin û tola wan hilînin.
Her wiha ciwanên pêkhateya Ereb bang li tevahî ciwanên azadîxwaz û welatparêz kirin ku ew çalakiyên xwe hîna mezintir bikin û têkoşîna li dijî dagirkeriyê bi pêngava “Werin Cenga Azadiyê” bighînin serkeftinê.
Ciwanan bi berzkirina siloganan dawî li çalakiya xwe anîn.