ŞENGAL – Li ser çiyayê Şengalê li ser çanda kevnar a Êzdiyan 1’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê bi dirûşmeya, “Li hemberî Fermana Çanda xwe biparêze” duh destpêkir. Festîval di roja duyemîn de dewam kir. Festîvalê îro di saetên sibê de bi pêşanda berhemên kevnar ê keda destan, xwarinên Şengalê û pêşangeha wêneyan destpêkir.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi rengê xwe tevlî festîvalê bûn û di çarçoveya bernameya festîvalê de hunera xwe pêşkêş kirin. Ji aliyê jinên ciwan ve standa pirtûkên Rêber Apo hate vekirin, ji aliyê ciwanan ve rastî elaqeyek mezin hat.
Festîvala ku rengê ciwanan nîşan dide dê sibê jî berdewam bike.