WAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê kir.
Yekîneyên Tolhildanê yên Wanê diyar kirin ku erka her ciwanê Kurd yê bi rûmet ewe tola 17 gerîlayên li Zapê, di qada berxwedanê de, ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyawî de şehîd bûne bigire û got; “Wêneyên Heval Baz Mordem û heval Helbest Koçerîn her tim li ber çavên me ne. Her ciwanê Kurd ku namûs û wijdanê xwe winda nekiriye, hêrsa şihadeta hevalên me wê jiyan bike.”
Daxuyaniya Yekîneyên Tolhildanê wiha ye:
“Em we hemûyan bi taybet Rêbertiya xwe û partiya me PKK’ê bi rihê fedayî yê heval Sara û Rûken silav dikin û agirê tolhildanê bi berxwedana heval Baz û Helbest hema hema heya hemû şaneyên me gûr bûye. Weke pozîsyona neteweyî ku di encama têkoşîna gelê Kurd, jin, ciwan û têkoşîna 50 salan de, em di dîroka xwe de gihîştine şerê herî mezin ê hebûn û tunebûnê. Dijminê me KT û desthilatdariya wê ya faşîst a niha, tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze çonkên me dabixin û me ji holê rabikin.
Şehadeta 17 rêhevalên me yên gerîla Apoyî û qehreman ên bi çekên kîmyewî, asta giranbûna rewşê careke din nîşanî me da. Dijmin her çiqas bi her cure rêbazên exlaqî û dijmirovahî, teknîkî û leşkerî êrîş bike jî, nikare gavekê biavêje û nikare polîtîkaya qetlîama Kurd a ku dixwaze pêk bîne. Ji ber vê yekê li hemberî hevalên me çekên kîmyewî bikar tîne.
Em ê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijmin teng bikin
Weke ciwanên Kurd ên welatparêz;
Bê guman emê ji KT’ya qirker, dijminê Kurdan û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hesabê her dilopek xwîna Kurdan ku li ser axa welatê me rijandiye, her dilopek hêstra çavên dayîkên me, her dareke ku çiqilê wê şikandiye û her zindiyek ku zirar dayiyê bipirsin.
Wêneyên Heval Baz Mordem û heval Helbest Koçerîn her tim li ber çavên me ne. Her ciwanê Kurd ku namûs û wijdanê xwe winda nekiriye, hêrsa şihadeta hevalên me wê jiyan bike. Bi vê hêrsê emê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijmin teng bikin. Emê hesabê hevalên xwe ku we çekên kîmyawî ew şehîd xistine bipirsin.
Weke Yekîneyên Tolhildanê yên Wanê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku agirê tolhildanê geştir bikin û çeka Heval Baz Mordem ê li erdê nehêlin.”