MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di çarçoveya bangawaziya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Sahaya Vîeûx Portê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe kiribû, standa îmzeyan hat vekirin û îmze hatin kom kirin.
Di çalakiya komkirina îmzeyan de ku di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de bi tevlîbûna xurt a ciwanan hate li darxistin, ciwanan destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê li berxwe bidin.
Ciwanan bi rihê seferberiyê beşdarî çalakiyên li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li Kurdistanê bûn û banga parastina Kurdistanê kirin.