STENBOL – Ciwanên welatparêz di 20’ê Cotmehê de li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve çalakiyek li darxistin.
Ciwanên Welatparêz diyar kirin ku ji bo tolhildana gerîlayên şehîd bûne wê li her derê dengê xwe bilind bikin û çalakiyên wan mezin bikin û ji dewleta Tirk a faşîst a dagirker hesab bipirsin. Ciwanên Welatparêz destnîşan kirin ku ew ê heta serkeftinê têkoşîna xwe ya li her derê ji bo hesabpirsîna şehîdxistina gerîla bilind bikin.
Çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.