NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…….
Di demên dawî her mijarê de divê nêzîkatiya şoreşger çawa be, bi taybet dema pirsa çawa bijîn dibersivînin hewl didim bînim ziman. Ev tenê ne ji bo çareseriyê di nav partiyê de pêş bixin xebata ku em serî lê didine. Li ser civakê, heta li ser mirovahiyê ferzkirina emperyalîzm dike, şêwazê bikaranîna jinê, ji bo pirsgirêkên li ser vî bingehî derdikevin holê çareser bikin hewl didin nerîna xwe ya şoreşgerî bisepînin. Herweha di konferansa dawî ya jinê ku hat li darxistin de hinek xalên nîqaşê bi girîngî xwestin destnîşan bikin. Gotin; ji bo çareseriyê divê mirov jinê çawa bihêz bike, çawa bike xwedî biryara serbixwe; wekî din rê li mêtingeriyê nayê girtin, rê li qirêjiya derdorê nayê girtin, wekî din mirov nikara rê li pêşiya hilweşîna cîhanê bigirin, jixwe ev jî raste. Me jî ev wisa tesbît kir. Sepandina wê dibe ku sed salî bidome. Ev ewqas jî ne girînge. Lê em daketin çavkaniya pirsgirêkê, me pirsgirêk radîkal girt dest û di encam de ji aliyê 12’ê Îlonê ve hinek ji wan bi zanabûn, hinek jî bitemamî mîna piyona, hinek mîna afyonê, hinek jî mîna serseriyan çiqas jin û zilamên hatin ferzkirin me dahûrîna hemûyan kir. Dîsa li ser vî
bingehî me civak bi asanî dahûrand. Em ji zanyendîtî bigirin heta nêzîkatiyên evînê di her mijarê de nêzîkatiya azad, ji nûve pênasekirina hestan, wê di xizmeta mirovan de be, pirsgirêka ber bi çareseriyê ve bibe. Wê pêwendiya wê bi şer, şerê şoreşê, welatparêzî, rêxistin, partî û şêwazê jiyana asayî re ava bike, me girîngî da çarçoveya bê pêşxistin. Bêguman pergal jî dest bi pêngavê kir. Me çiqas bingehîn girt dest ew jî ji bingeh ve ser me de hat. Faşîzma 12’ê Îlonê jin xirab bikar anî, pir tişt bi jinê da windakirin. Ti rêjîmek bi qasî rêjîma 12’ê Îlonê jin wek amûrekî polîtîk bikar ne aniye.
Bû rejîma herî zêde xwest xwe li ser bingehê faşîst bi çeka jinê pêş bixe. Dîsa bikaranîna çeka jinê ciwan ji şoreşê dûr girt, wizeya jin û zilam di xizmeta şoreşa dijber de bikar anî. Ev nêzîkatiya sereke ya rejîma faşîst bû. Li ser şoreşa me jî bitemamî nêzîkatiya jina sîxur ferz kir. Lîstoka di dîrokê de herî berfireh hatiye lîstin û bi şêweyekî herî xeter xwestin di nav me de bilîzin. Berî em şer pêş ve bibin, xwestin bifetisînin û hewl dan me ji dervî refan bihêlin.
Niha jî rejîma malbat aniye rewşek mirov nikare ji nav derkeve û jin kiriye sîxur. Ev rejîm ji bo armancên xwe yên qirêj ji jin bikaranînê xwe şûn de nedaye. Hemû corê derfetan di desta de heye, derfetê zayendiya erzan hene. Ji ber vê jî pir dikare bibandor bibe. Ji bo me rewş berevajî ye; ger em zayendiyê erzan bidin jiyîn, bawerim
em dê bi aliyê pir giran ê bêesilbûnê bi xeteriya xwe bi xwe tasfiyekirinê re rûbirû bimînin. Hema bêje pergalê malbat jî veguherandiye kerxanê. Bi vî rengî bikaranîna ajoya zayendî, tê wateya civak radestî faşîzmê kirinê. Hest xistine kolanan, teqandinek mezin ya ajoyan afirandiye. Bi şeweya ku li Tirkiyê tê dîtin civaka herî zêde xerc dike, civaka bi armanc û têgehên sereke ve qet nayê girêdan afirandiye. Halbikî dibe ku wateya zayendiya bi armancê civakî ve, welatparêziya sereke, pêşketinên sereke yê mirovahiyê ve hatiye girêdan û heta ya zayendîtiyê hebe. Lê ya van bitemamî berevajî vê ye. Hestan pêş dixin; bitemamî ji armancê civakî dûr dixe. Heta dawî bi emperyalîzmê
ve girê dide û heta dawî jina ber bi radestiyê ve diçe derdixînin holê. Jixwe afirînerên hestan jî komê çanda emperyalîstin. Piştî 12’ê Îlonê şûn de li her derê lidarxistina konseran û ji aliyê komên cuda ve derxistina pêş a ciwanan heye. Dema borî şoreşê ciwan radikirin ser piya, niha ev kom radikin ser piya. Bi şêweyekî hovane rakirina ser piya ya hestan, derbasî pêşiya armancên eslî yên civakî û kelecana şoreşgerî bûne. Serê kêliyê carekê dibêjin; “Bimre PKK, bimre nizanim çi” û qîr didin.
Ev di werzişê de, di waazên olî de û di cihê şahiyan de faşîzmê xwe wisa anî ziman. Ev pêşketinên pir balkêşin. Girêdan bi faşîzma 12’ê Îlonê û emperyalîzmê ye. Li beramberî faşîzma 12’Îlonê di vê qadê de arasteya me ya
herî mezin çêbû. Me li beramberî vê xwest em çi pêş bixin. Ajoya zayendî, pêwendiya jin-zilam û pêwendiya malbatê me red nekir. Ev bi girêdaniyek zûwa ya olî nayê redkirin, wê ew zêdetir ber bi bêesilbûnê ve bibe. Lê ev bi tarzê kevn jî, bi şêweya dijmin ferz dike jî nayê pejirandin. Ev jî bitemamî tasfiyekariye. Li beramberî vê me got şêwazê azadiyê. Şêwazê şoreşgerî, bitemamî li ser arasteya armancên şoreşgerî girêdayî kedê û rêxistinê me girt
dest; israrên me li ser vî bingehî bûn. Tevgera mezin a azadiya jinê, şerê mezin ê jinê, dibe di dîrokê de cara yekê bi vî rengî radîkal û berfireh pêş ket. Wek tê zanîn ev, em ber bi artêşbûna jinê ve birin.
Di Kurdistanê de hesta rast, evîna rast wê çawa be; pênaseya rast ya evînê çawa dikare bê kirin bi girîngî bersivdayîna me pêwîst kir. Me got; Madem faşîzma 12’ê Îlonê xwest ewqas bi xistinê jinê bikar bîne, erka me jî ya herî xwezayî jin azad kirin, berz kirin û ji vê re bersiv dayîne. Me hewl da em vê bikin. Teqez wê ev ji şerê welatparêziyê ne cuda be, di dahûrîna Mem û Zîn de me bi awayekî berfireh vekir. Pêvajoyek şiyarbûna netewî û demokratîke; hestek vê li berçav negire, evînek teqez girêdayî pergalê ye, girêdayî feodaliyê ye û ev jî heta dawî tasfiyekar, xeter û dixine. Teqez wê jinê bixin û wê zilam jî bînin asta nikare şer bike. Lê pêşketina hest û azweriyan bi şêweyek rast bê bidestgirtin, bi şer û welatparêziyê ve bê girêdan û dîsa tu di rêxistinkirinê de baldar bî, dê berz bike, afirîner be. Me got, di nav me de ev teqandina hestan, berzbûna ruh divê hebe. Hinek tenê ji bo tinekirina ajoyan, tinekirina ruhî mîna cinawira li wan tê, li beramberî cinawirbûnek wisa yê ku hemû dilê xwe bi gelê xwe re ye, bi qasî bitamamî bikare gelê xwe ber bi dilê xwe ve bikişîne xwe digihîne hestê mezin û vê jî bi azweriya mezin a welat ve girê dide, hevalê xwe di nav hezkirinek mezin de dihêle, ji gelemperî hez dike û ev pêşketina hezkirinek wisa ye. Me gelikî nirx da vê. Me got wê pênaseyek wêjeyî ya şoreşa me û pêşketinek wê ya ruhî wisa hebe. Di malbatê de Kurditiya hatiye xilaskirin, zayendiya pir erzan û çors, ji welat, partiyê û heta ji xisletên sereke yê mirovahiyê qut dike, vediguhere pêwendiyek ketî û pêwîstî bi derbaskirina vê heye. Di vê arasteyê de hîn ji niha ve pêşketinên pir girîng û balkêş tên jiyankirin. Azadiya jinê bi qasî dema borî re neyê berawirdkirin divê ku pêş bikeve. Têkiliya vê bi şer re pir vekiriye. Jina berê ji bilî zilamê xwe, ji bilî malbata xwe bi tiştekî ne difikirî îro lehenga mezin û meşxeleya azadiya welatê xwe ye. Ev rastiyên dîrokî ku me derxistine holê ne. Ev gihiştiye asta meşxeleya pêketî û kesateyên herî mezin yên radest nabin derketine holê. Bi dehan keçên me yên ciwan ji bo radest nebin fîşeka xwe ya dawî di laşê xwe de helandine. Bi sedan şehîdê me yê jin hene û her yek ji wan remza lehengiyê ne. Van di rastiya partiya me de raveya xwe dîtine. Dîsa bihezaran milîtanê jin di mercên herî azad de û bêy ku bi kesî ve bên girêdan şer dimeşînin. Ev pêşketinên di berbangê de derdikevin holê ne. Ger zêdetir bi serde çûyîn çêbibe û pêve bê girêdan, wê heta dawî kesayeta azad, pêwendiya azad û hestên bitendurist, li hemberî ferzkirinên faşîzmê teqez serkeftinê bidest bixin. Ev jî mijara şere. Em vê jî vekirî diyar bikin.