NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Meclîsa Îraqê Hadî Amirli diyar kir ku der barê bikaranîna çekên kîmyewî û qedexe yên Tirkiyeyê de agahî bi dest wan ketine.
Di dehan daxuyaniyê HPG’ê de û dîmenên ku HPG’ê parve kirine de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyawî yên li ser Herêmên Parastina Medyayê bi belge kirine, derbarê vê de endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Hadî Amirlî jî got, “Em êrîşên dewleta Tirk ji nêz ve dişopînin. Êrîşên dewletê yên li ser bajarokan li başûrê Îraqê.”
Agahiyên ku Tirkiye çekên qedexekirî û kîmyewî bikar tîne bi dest me ket û wiha got; “Ev yek li dijî prensîba cîrantiyê û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”
Hadî Amirlî her wiha ragihand, ji bo diyarkirina çekên kîmyayî yên Tirkiyê ku li gorî qanûnên navdewletî qedexe ne, dê ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve komîsyonek taybet bê ava kirin.