NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 şehîdan eşkere kir ku di êrişa bi çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û destnîşan kir ku ji ber bêdengî û desteka navneteweyî, ev êriş zêde bûne.
Li ser vê esasê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî çekên qedexekirî li bajarê Tirbespiyê gundê Helwa yê meşek darxistin û agir vêxistin.