NAVENDA NÛÇEYAN – Andrea Wolf, Şehîd Ronahî enternasyonalîsta Elman bû ku di 23’ê Cotmeha 1998’an de li Çataxê ya Bakurê Rojavayê Kurdistanê tevî 6 Hevalên din ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatin şehîd xistin.
Şehîd Ronahî endama ARGK’ê (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) û endama yekîneyên jinan YAJK’ê (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan), Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê bû. Şehîd Ronahî şervanek, enternasyonalîstek bû ku li Elmanyayê ji têkoşîna çepgir qut bû û li azadiyê digeriya. Şehîd Ronahî heta îro bi têkoşîn, armanc û sekna xwe bandora xwe li her derê belav kiriye. Gelek ciwanên enternasyonalîst ên ku îro tên Kurdistanê navê wê li xwe dikin, têkoşîna wê dimeşînin û li ser şopa wê dimeşin.
Ajansa me bi yek ji rêhevalên Şehîd Ronahî re axivî, ji me re behsa kesayet û têkoşîna rêheval Ronahî kir. Ji Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem ji me re behsa şehîd Ronahî (Andrea Wolf) kir. Şervîn di axaftina xwe de gotineke şehîd Ronahî ya ji bo Kurdistanê anî ser ziman û got; “Heval Ronahî xwedî seknekî çalak bû û di nava xwezaya Kurdistanê de kelecanekî mezin jiyan kir. Digot; “Dema mirov gavê xwe li vê derê davêje, weke mezpotamya rastî jî dergûşa mirovahiyê ye hîs dike. Li vê derê dîrokeke mirovahiyê hatiye nivîsandin û hîna jî tê nivîsin.”
Şervîn Nûdem ji me re wiha got:
“Di serî de di şexsê şehîd Ronahî (Andrea Wolf) de tevahî têkoşer û şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Beriya 24 salan heval Ronahî di çiyayên Kurdistanê de şehîd bû. Şerê dewleta Tirk a ji bo tunekirina hêviyên azadiyê heya niha jî berdewam dike. Di dema komploya navdewletî ku li ser Rêbertî bi pêşxistine de jî, di wan rojan de jî oprasyonên leşkerî ên pir berfireh bi armanca tunebûna gerîlayên azadiyê dan destpêkirin. Di roja îro de jî em dikarin bêjin ew êrîşên ku sînor nas nakin bi çekên kîmyawî berdewam dikin. Li aliyê din jî em dema dinêrin em dibînin ku têkoşîna azadiyê di van 24 salên dawiyê de bûn hêviya azadiya tevahî mirovahiyê û hîna mezintir jî bûye. Yanê êdî şoreşa Kurdistanê li tevahî dinyayê hate nas kirin. Di nava vê têkoşîna 24 salan de yek ji hevalên ku bi sekna xwe bûye pîvan ji bo hevalên enternasyonalîs hevala Ronahî ye.
Min heval Ronahî di destpêka salên 90’î de nas kir. Di sala 92’an de dema li Elmaniya lûtkeya dagirker û emperyalîzmê bi pêş dikeve, li hember wê tevgerên jin û gelan dixwazin lûtkeyeke alternatîf ava bikin, ew jî lûtkeya hêzên azadîxwaz bû. Di rêxistina van çalakiyan de jî heval Ronahî roleke pêşeng leyîstiye. Forma enternasyonalîst li wê derê li darxist, û li wê derê hêşt ku tevgerên azadîxwaz ên Latîn Emêrîka, Flîpîniya û tevgera azadiya Kurdistanê werin gel hev û li Elmaniya nîqaşên ji bo rizgariya mirovahiyê hatin kirin.
Di destpêka salên 90’î de piştî hilweşandina sosyalîzma pêkhatî, weke aloziyeke mezin jî di nava grupên çepgir de hate jiyan kirin. Atmosferekî yanê êdî hêviyên azadiyê nemane, sosyalîzm bi binket hate ava kirin. Heval Ronahî jî hertim bi lêgerînên xwe li bersiva vê rewşê digeriya. Bi taybet wan salan de têkoşîna PKK’ê di bin şert û mercên herî giran de, ji bo jiyaneke bi rûmet bibû perspektîfek. Ev têkoşîna PKK’ê ji bo lêgerînên heval Ronahî bûn weke îlhamekê. Di heman demê de jî dewleta Elman li heval Ronahî digeriya, ew girtibûn û sîxûrî lê ferz kiribûn, lê wê demê heval Ronahî ji wan re gotibû “Ez xwe radestî vê sîstemê nakim”. Ji xwe beriya wê du caran di zîndana Elmaniya de mabû, li wê derê rastiya dewletê jî baş nas kiribû. Ji ber vê jî wê li zîndanê biryara xwe da ku li şûna teslîmî dewletê bibe, ewê biçe çiyayên Kurdistanê, da ku ji nêz ve tevgera azadiya Kurdistanê nas bike.
Dema hatiye Kurdistanê, derfeta wê ya çûyîna gel Rêbertiyê çêbû, çûbû gel Rêbertiyê û li wê derê nîqaş di navbera şehîd Ronahî û Rêbertiyê de bi pêş ketibû. Di nava van nîqaşan de heval Ronahî baweriyek mezin qezenc kiriye. Ji dahorandin û perspektîfên Rêbertiyê hêzeke mezin digirt. Ji ber ku têkoşîna Kurdistanê di bin her şert û mercê de bi berxwedanê dikare derfetên jiyana azad ava bike. Li ser pergala desthiladar û guhertinên kesayet lêhırbûnên wê gelek çêbû. Her wiha hertim Rêbertî jî ev bawerî dida heval Ronahî ku ew jî weke jineke şoreşger di pêşerojê de bi roleke girîng rabe.
Piştî ku heval Ronahî demekê li Sahaya Serokatiyê mabû, di Bihara 1997’an de, derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Di oprasyonên leşkerî yên yekemîn û duyemîn ên ser Zapê de rastiya şer ji nêz ve nas kir. Şihadeta gelek hevalan ser wê bandorek çêkir, lê belê hertim lêhorbûna wê hebû ku em çawa dikarin bersiva van artêşên dagirker bidin. Ji ber ku dewleta Tirk hêz û çekên xwe ji Elmaniya û hêzên NATO’yê ve digire. Berxwedana li Kurdistanê hem li beramberî faşîzma Tirk e, eynî demê de berxwedaneke li dijî tevahî sîstema emperyalîzmê ye. Sîstema ku dixwaze jiyana mirovahiyê tune bike. Li ser vê esasê naskirina me ji heval Ronahî re di Bihara 1998’an de ji nêz ve çêbû.
Di çiyayên Kurdistanê de lêhorbûnên heval Ronahî yên pir xurt ava bibûn, dixwast ji tiştên ku li çiyayên Kurdistanê girtiye, hêzeke mezin ya çareseriyê ava bike û her ser wê jî lêhorbûn dikir. Derbarê jiyanîkirina şoreşgeran li herderê de, û ji nû ve zindîkirina hêviyên mirovahiyê yên ji bo azadiyê çawa dibe van mijaran de pir lêhorbûn dikir. Yanê di wateya kurt de mirov dikare bêje tenê têkoşîna gerîlatiyê esas negirt, heman demê de aliyê bîrdozî û siyasî de jî ji bo xwe esas girt. Pirsgirêka jinan weke pirsgirêka sereke ya zilam pênas dikir. Derbarê çawa dikare têkoşîna jinan bike bingeha têkoşîna azadiya civakê de gelek fikar bi pêş xist. Nedixwast ku têkoşîna jinê tenê bi kesayeta jinê re sînordar bihêle, hîn zêdetir dixwast bi têkoşîna şoreşgerî vê pirsgirêka jinê bi tevahî civakê ve girê bide.
Mirov dikare bêje şehîd Ronahî li Kurdistanê her lêpirsîna kesayeta xwe dikir. Li ser taybetmendiyên ku sîstema modernîteya kapîtalîst di nava civaka Rojava (Ewrupa) de ava kirî lêhorbûn dikir û kesayeta xwe di ber çavan re derbas dikir. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ji bo şehîd Ronahî weke eynikekê bû. Ji ber vê jî her dixwast ku têkoşîna PKK’ê ya li dijî pergala emperyalîzm li tevahî dinya belav bike. Û bi baweriya ku em dikarin eniyeke nû ya şoreşgerî ya enternasyonal ava bikin tevlî dibû. Ku tevlîbûna xwe jî li ser esasê azadiya jin û yekîtiya gelan û rihê enternasyonal bû.
Bi vê awayî heval Ronahî di aliyekê de hewl dida, ew bi xwe ezmûnên xwe yên ku di nava jiyana xwe ya têkoşîna azadiyê ku li Elmaniya dabû meşandin de, weke tecrûbe derbasî têkoşîna xwe ya li Kurdistanê jî bike. Beriya ku berê xwe bide Kurdistanê jî cihê xwe di nava gelek tevger û xebatan de digirt. Ji ber vê jî ezmûnên wê yên girîng hebûn. Ji bilî wê çûbû Latîn Emêrîka li wê derê jî têkoşîna gel a ji bo azadiyê nas kiribû û dahorandina wê jî kiribû. Bi vê awayî hemû tecrûbeyên xwe bi hevalên xwe re parve dikir, heman demê de rêbazên xweparastina jinê ya li dijî zilamên tecawûzkar divê çawa bê kirin û wê bi xwe çawa kiriye jî ji hevalan re vedigot.
Heval Ronahî girîngî pir dida tendrûstiya xwe, ji ber vê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû hevalan jî tiştên pêwîst dikir, weke mînak li çiyayên Kurdistanê ji bo hevalên jin dersên avjanî dida. Rojane bê navber rojnivîsa xwe dinivîsand, bi vê awayî hem jiyana derdora xwe û hem jî kesayeta xwe dahorandin dikir. Di jiyanê de beşdarbûneke wê ya aktîf hebû, hem bi hevalên ku nû tevlê dibûn re û hem jî bi hevalên ku berê tevlê bûne de jî rêhevaltiya wê xurt bû. Heval Ronahî xwedî seknekî çalak bû û di nava xwezaya Kurdistanê de kelecanekî mezin jiyan kir. Digot; “Dema mirov gavê xwe li vê derê davêje, weke mezpotamya rastî jî dergûşa mirovahiyê ye hîs dike. Li vê derê dîrokeke mirovahiyê hatiye nivîsandin û hîna jî tê nivîsin.”
Di Havîna 1998’an de li herêma Botanê bû, di wê salê de oprasyonên leşkerî yên pir giran çêbûn. Di 23’ê Cotmehê de yekîneyên wan hatibûn dorpêç kirin, tevî heval Ronahî 23 heval li wê derê şehîd bûn. Dema ku dijmin bangawaziya teslîmbûnê dikir, heval Ronahî li hember wê sekneke bi rûmet raber kir û digot; “Ez weke şoreşgerekê bi baweriya sosyalîzm hatim Kurdistanê, ez tu car jî teslîm nabim.” Dijmin bi îşkenceyên hovane heval Ronahî li wê derê qetil kirin. Hevalên ku piştre jî çûbûn ji bo ku cenazeya hevalan bînin wiha digotin; “Cenazeya heval Ronahî li aliyekî bû û yên hevalên din li aliyekî bû”. Dema ku min viya bihîst yekser ev hate bîra min ku dijmin heya ji cenazeyên hevalên me ditirse. Laşê heval Ronahî jî parçe parçe kiribûn.
Ew hêz û baweriya ku heval Ronahî di kesayeta xwe de ava kiribû, nîqaşên ku bi hevalên derdora xwe re kiribûn, bandora wê heya roja îro jî hîna heye hem bandoreke mezin e û hem jî bandoreke bi hêz e. Tê bîra min Bihara 1998’an weke xeyalekê bû ku ji hemû parzemînên cîhanê kesan hewl didan şoreşa PKK’ê nas bikin, felsfeya Rêbertiyê nas bikin, û bi vê yekê gavên nû yên şoreşgerî li welatên xwe bidin despêkirin.
Bi taybet bi şoreşa Rojava re, bi tevlîbûna hevalên enternasyonalîst ku di 20 salên dawî de çêbûn, mirov dikare di gelek aliyan de xewn û xeyalên heval Ronahî pêk hatin. Gelek jinên enternasyonalîst ku piştî heval Ronahî tevlîbûn navê heval Ronahî kirin. Ji ber ku heval Ronahî bi sekna xwe bû mînakek.
Pêwîste em di sînorên sîstemê de li çareseriyê negerin, ji ber ku ew sîstem bi xwe çavkaniya pirsgirêkane. Lazime em wê sîstemê ji hemû aliyan de derbas bikin. Heval Ronahî hîna di wê demê de jî ev dahorandin bi pêş xist. Ji ber ku gelek kesan digotin pêwîste hhûn rêxistinekî şoreşgerî ya xurt li Elmaniya ava bikin û piştî wê hûn werin têkiliyên xwe bi tevgerên li Kurdistanê re çêbikin. Heval Ronahî wê demê jî her digot; “Ne girînge kîjan gav pêş be û kîjan gav paş de be, ya girîng ewe ku em rihê têkoşîna şoreşgerî ji nû ve zindî bikin, û li ser vê berpisyartî û cidiyetê gavên nû em bavêjin”. Heval Ronahî bi sekn û jiyana xwe ev yek îspat kir, û bi vê rengî hêvî da gelek hevalên din jî.
Di heman demê de jî di sala 2019’an de bi navê Andrea Wolf enstutiya Andrea Wolf di bin sîwana akademiya Jineoelojî de li Rojavayê Kurdistanê hate ava kirin. Me ev gavekî girîng dît, ji ber ku şehîd Ronahî di kesayeta xwe de lêgerîna jin, jiyan û civakê esas digirt û kiribû yek. Ji ber lêgerîneke wê ya fireh derbarê têkoşîna şoreşgerî de hebû.
Li ser vê bingehê yek ji erkên bigehîn ê enstutiya Andrea Wolf ewe ku zanînên jinên cîhanê, têkoşînên azadiyê yên jin, bi hevdu re têkiliyên wê xurt bikin. Di heman demê de bi xebatên lêkolînê hevaltiyên nû ên jinên cîhanê ava bikin. Da ku li hember pergala ku xwe li ser qirkirina jinê ava dike, karibe bibe bersiv. Di roja îro de jî dikare bingeha avabûna konfedralîzma demoqratîk a jinên cîhanê ava bike. Tiştên bi vê rengî beriya 24 salin xeyalên heval Ronahî bûn. Lê di roja îro de jî bi gavên biçûk jî be, di rastiyê gavên mezin hatin avêtin. Bi taybet jî di van rojan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di bin dirûşmeya “JIN JIYAN AZADΔ de serhildanên jinan bilind dibin. Û vê dirûşmê ji bo belavbûna şoreşa jinê li Rojhilata Navîn û cîhanê hêviyekî nû daye. Û dîsa jî weke bersivdayîna qetilkirin şehîd Nagîhan Akarsel ku pêşengê jineolojiyê bû. Em dikarin bêjin ev xeta şehîd Ronahî temsîl dikir îro mezin dibe û ji gelek aliyên cîhanê jin cihê xwe di nava vê têkoşînê de dibînin. Em hêvî dikin di demên herî nêz de em bighêjin serkeftinê.”
NC// Harûn Dîdar