NAVENDA NÛÇEYAN- Bi orgenîzekirina Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li ser rêya sereke ya Helebê ji aliyê ciwanan ve pêşandaneke şanoyê ya bêdeng hate pêşandan û têde êrîşên Tirkiyê yên berdewamdikin li dijî herêmên parastina medya û bêdengiya navdewletî li hemberî sûcên ku li dijî Gerîlayên Hêzên Parastina Gel pêk tîne hate şermezarkirin.