NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşên bi çekên kîmyewî yê dewleta Tirk a dagirker de ku dijminê mirovayetiyê ye di du mehên dawî de 17 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Li ser vê esasê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” de banga seferberiya giştî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyawî kirin. Ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê da ku bersiva seferberiyê bidin û tola şehîdên azadiya Kurdistanê rabikin, bi rojane daketine qadan.
Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê li bajarên cihêreng çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî li darxistin.
TIRBESPIYÊ
Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Tirbespiyê, li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta dagirker li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bikar tîne daketin kolanan û dengê xwe bilind kirin. Çalakiya jinên ciwan bi meşeke girseyî bi tevlîbûna sedan jinên ciwan û ciwanan ve ji navenda bajêr destpêkir.
Di çalakiyê de jinên ciwan pankartên ku li ser wê “Gerîla Rûmeta Me Ye” hatiye nivîsandin bilind kiribûn. Heman demê de tevahî jinên ciwan û ciwanên ku beşdarî meşê bibûn bi berzkirina siloganan heya cihê kombûyînê çûn.
Di cihê kombûyînê de bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji aliyê Zeyneb Yûsif ve axaftin hate kirin.
Zeyneb di serî de 17 gerîlayên azadiyê ku bi çekên kîmyawî hatine şehîd xistin bi bîr anî û soza tolhildana wan bi dilsozî anî ziman. Her wiha Zeyneb Yûsif bal kişand ser binpêkirina hiqûqên şer a dewleta Tirk a dagirker û got; “Faşîzma Erdogan ji ber ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar tîne, û sûcên şer dike, bû sedema ku 17 gerîlayên azadiyê şehîd bikevin. Dewleta Tirk a qirker bi van êrîşên xwe pîvanên navnetewî, qanûnên civakî û rêxistinên mirovî bin pêkiriye. Ji ber vê jî pêwîste hêzên navnetewî mûdaxeleyî vê rewşê bikin û ji Erdoxan re sînoran çêbikin.”
Di dawiya axaftina xwe de jî Zeyneb bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kir ku herkes sefer bibe û li dijî bikaranîna çekên kîmyawî bê deng nemînin. Û got bê dengiya li hember êrîşên bi çekên kîmyawî tê wateya rê li Helebçeyekî din vekirin e.
KOBANÊ
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ên li qadên Herêma Parastina Medyayê çalakiya konê ya bi navê berxwedanê hate li darxistin.
Çalakiya jinên ciwan li gundê Pêndir a Rojavayê bajarê Kobanê hate li darxistin. Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê beşdarî kona berxwedanê bûn. Jinên ciwan di çalakiyê de pankartên weke “Li dijî êrîşên çekên kîmyawî werin seferberiya tolhildanê” vekiribûn. Heman demê de wêneyên 17 gerîlayên azadiyê ku di 18’ê Cotmehê de nasnameya wan hatibû eşkere kirin hatibû daliqandin, ji derveyî wê posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî hatibû hildan.
Jinên ciwan bi vê çalakiyên xwe êrîşên bi çekên kîmyawî û bê dengiya saziyên hevkar ên navnetewî şermezar kirin. Û li hember wê jinên ciwan bi hêrsa xwe ya li hember dagirkeriyê soza tolhildana tevahî şehîdan dan.
Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî axivî û got; “Vîna gerîla vîna me ye, emê bi vîna gerîla li dijî dagirkeriyê şer bikin û dagirkeriyê ji axa welatê xwe derbixin. Em soza xwe ya vê tolhildanê hertim didin şehîdan, emê heya dawiyê jî li ser soza xwe bin.”
Heman demê de Firyal diyar kir ku ji ber dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ve li hember berxwedana gerîla têkçûne, ji bo ku têkçûna xwe veşêre serî li bikaranîna çekên kîmyawî da ye. Ev sûca herî mezin ya şer e. Diyar kir ku ewê bi her awayî li hember vê hovîtiyê têkoşîna xwe bilind bikin.
Firyal di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinên ciwan kir ku dakevin qadan û li kêleka gerîla di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de, bersiva dagirkeran bidin.
Piştre li ser jiyana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li çiyayên pîroz sînevîzyonek hat pêşandan.
Çalakiya jinên ciwan heya saetên êvarê dewam kir.
HELEB
Ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve duh li taxa Şêxmqsûd ya Helebê ji bo bîranîna cangoriyên ku ji ber çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne kon hat vekirin.
Di çalakiya jinên ciwan de xebatkar û endamên Kongra-Star û Saziya Malbatên Şehîdan cihê xwe girtin. Di çalakiyê jinên ciwan posterên Rêber Apo û wêneyên gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyawî de şehîd bûne hildan.
Li ser navê endama Saziya Malbeta Şehîdan Nayla Nasro axivî. Nayla Nasto kiryariyên dewleta Tirk a qirker bi tundî şermezar kir û bang li rêxistinên mafê mirovan kir da ku li dijî bikaranîna çekên qedexekirî bisekinin.
Heman demê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan jî Hêva Bekir axivî. Hêva di nava axaftina xwe şehîdên doza azadiyê tevahî bi bîr anî û diyar kir ewê heya dawiyê li ser riya şehîdan têkoşîn bikin.
Her wiha Hêva Bekir dest nîşan kir ku ew bi sûcên xwe yên şer nikarin bi gelê Kurd û gerîlayên azadiyê gav paşde bidin avêtin û got; “Berdêl çi be emê bidin, ew çiqas sûcên şer bikin jî, em dev ji doza xwe ya azadiyê bernadin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û rizgariya gelê bindest ewê her armanca me be.”
Çalakiya jinên ciwan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.