NAVENDA NÛÇEYAN – Dosyaya me taybet di beşa xwe ya duyemîn de derbarê têkoşîna şehîd Helbest Koçerîn de ye.
Şehîd Helbest Koçerîn li navçeya Dihê ya Sêrtê endamê eşîra Sorî ye.Şehîd Helbest ji ber zilm û zoriya dijmin li gel malbata xwe koçî metrepolan kiriye. Her çendî ji welatê xwe dûr jî ketibe, ti demê ji nirx û çanda Kurdistanê ku ew ava kiriye dûr neketiye. Li bajarê lê rastiya dijmin fam kiriye û ditiye ku bi têkoşînê azadî tê bidestxistin.Şehîd Helbest sala 2014’an tevlî gerîla bûye. Li nava gerîla jiyana gerîlayên jin û rola wan a şer bandor kiriye. Piştre cihê xwe di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de girtiye. Di pêvajoya şer de bi cesaret, moral û coş tevlî bûye û bê dudilî bi ser dijmin de çûye. Ji ber vê fedekariya wê destpêkê ji bo erka fermandariya tîmê tê wezîferdarkirin.
Ji ber di gelek pêngavan de şer kiriye, carekê giran birîndar dibe û di demek kin de baş dibe û bi şeklek bi biryar û bi hêz tevlî têkoşînê dibe. Di demekê de ku şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê giran dibe berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li ser vî bingehî bi erka fermandarê yekîneyê derbasî Zapê dibe. Di demeke kin de bi mîsyona xwe ya milîtanbûna Rêber Apo û gerîlayeke YJA Starê li Zapê zû tevlî pêvajoya şer dibe. Di dema êrîşa 14’ê Nîsana 2022’ê de di dema êrîşa li ser Zapê de fermandariya tîmên pispor dike, derbên xurt li dijmin dixin, hem jî çalakiyan koordîne dike, weke fermandareke pêşeng a demê cih digire. Bi vê taybetmendiya xwe dibe çavkaniya hemû hevrêyê xwe, mîsyona fermandariya demê bi serketî pêk tîne. Şehîd Helbest Koçerîn hem a li bejahiyê û hem jî şerê tunelan têkoşîneke xurt li ber dijmin kir, ji ber bikaranîna çekên qedexe ya hov a dijmin her çendî bandor jî bûbû, bi vîna Apoyî li ber xwe dide. Navê xwe li dîroka azadiya jinê ya berxwedêr û gelê me nivîsand.