BEHDÎNAN – Gerîlaya Kurd (Gulnaz Karataş) 25’ê Cotmeha 1992’an di êrîşa dewleta Tirk û PDK’ê de ya li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kirin, li ber xwe da û şehîd bû. Bi wesîleya salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan, endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur ji ANF’ê re axivî. Hêzil Ozgur nirxandineke bi vî rengî kir:
“Ez di salvegera 30’emîn a şehdadeta Heval Bêrîtan de di şexsê Şehîd Bêrîtan de hemû şehîden azadiyê bi minet bi bîr tînim. Sala 92’an ji bo tevgera me salek pir girîng bû, ji ber ku dewleta Tirk, hêzên navneteweyî û hêzên Kurd ku bi konsepta hêzên navneteweyî re bûn yek, bi hevre li Başûr, Xakurkê û Heftanînê operasyonek dan destpêkirin. Ev şer şerekî pir giran bû, armanc dikirin ku tevgera me teslîm bigin û tasfiye bikin. Li hemberî vê helbet li Xakurkê û Heftanînê şerekî pir dijwar hate kirin. Bi taybet li Xakurkê li hember hêzên YNK, PDK û dewleta Tirkiye şerekî giran hate raber kirin.
LI DIJÎ TASFIYE Û TESLÎMIYETÊ HELWEST NÎŞAN DA
Heval Bêrîtan di vê demê de mîna fermandara tîm tevlî vê şerê bû. Beriya wê demê di xebatê çapemeniyê de cih girtibû û di çalakiya Rûbarok de bi erkê fermandartiyê rabûbû. Di şerê 92’an ya li Xakurkê de, di asta fermandarî de tevlî şer bû û pêşengiya şer kir. Di vê demê de êrîşên dijmin pir giran bû û xwestin li Xakurkê xetên teslîmiyetê li ser tevgerê ferz bikin. Di vê demê de Ferhat jî li vê qadê fermandartî kir. Di şexsê Ferhat de xetê teslîmiyetê derket pêş. Bê şert û merc teslîmê hêzên PDK,YNK û dewleta Tirk bû. Lê hevalên me yên ku di vê demê de li vir şer kirin, bi berdêla canê xwe ji bo vî şerê xwe feda kirin. Ji bo ku xeta teslîmiyetê qebûl nekin, berxwedanekî bêhempa raber kirin. Di pêşengiya vê berxwedaniyê de heval Bêrîtan beriya her kesê li hemberî xeta teslîmiyetê helwesta xwe raber kir. Di milekî de Ferhat teslîmiyetê qebûl dikir, lê milê din xeta berxwedaniyê di şexsê heval Bêrîtan de derket holê. Çalakiya heval Bêrîtan mîna helwestek li dijî dijmin derket holê ku nîşan da tu carî li hember dijmin serê xwe netewînin û heta dawiya nefesa xwe şer bikin. Heval Bêrîtan dema di vê demê de birîndar bû ji ber ku êdî tişekî ku bike nemabû, tevî bangawaziyên teslîmiyetê xwe teslîmê dijmin nekir, xwe ji kendalê ve avêt û şehîd bû. Helbet wateyek cuda ya vê çalakiyê heye. Xeta fedayîtî ya PKK’ê de ne tenê li hember dijmin, li hember hemû şewazên tasfiyeyê derket pêş. Dîroka PKK’ê bi van mînakan re tijî ye, gelek heval hene ku ji bo ku li hember dijmin sekna xwe nîşan bidin canê xwe feda kirin e û li ser vê esasê pêngavên nû dane destpêkirin.
ZÛ HÎNÎ ŞERT Û MERCÊN ÇIYÊ BÛ
Heval Bêrîtan hevalekî rewşenbîr û xwendibû, lê pir zû xwe fêrî şert û mercên çiya kir, xwest bi rengekî lêz xwe fêrî îdeolojiya PKK’ê bike û li ser xeta Rêber Apo û îdeolojiya PKK’ê temsîla têkoşînekî hundirin û derve bike. Ji bo vê jî ti car xwe bi ya heyî re sînordar nekir, jiyanekî ji rêze qebûl nekir û her tim li hemberî vê yekê derket. Di vê demê de jî hin nêzîkatiyên feodal hebûn ku digotin, bila hevalên jin tenê di karên çapemeniyê de bimînin tevlî şer nebin, lê hevala Bêrîtan bi sekn û têkoşîna xwe her tim xwest vê ferasetê vala derbixe û bêje jin jî dikarin di her qadê de xwedî rol bin û pêşengtiyê bikin. Heval Bêrîtan bi taybet di qada şer de vê helwesta xwe zêdetir dida pêş û bi xeta fedayîtî, berxwedan û sekna xwe ya li hember teslîmiyetê bi çalakiya xwe re vê yekê di PKK’ê de îspat kir. Tevî ku heval Bêrîtan demek dirêj tevlî rêxistinê nebûbû jî, lê têkoşîna xwe ya demkurt tijî tijî derbas kir. Li ser vê esasê ji Rêber Apo re pêşniyara nivîsandina romana li ser PKK’ê û Serokatiyê kiribû, ev pêşniyara hevala Bêrîtan bala Serokatiyê jî kişandibû. Dema serokatî jî vê pêşniyarê daxwaz dike, hevala Bêrîtan jî di vê şerê de şehîd dibe. Dema şêwaza şehadeta wê ji Serokatiyê re hate gotin, Serokatî li ser çalakiya hevala Bêrîtan sekna wê ya li hember teslîmiyetê bi awayek berfireh di nav PKK’ê û bi taybet aliyê jina Kurd de nirxandin dike. Serokatî ji bo kesayeta hevala Bêrîtan di vê salê de dest bi analîzan kir. Du xeta derxist holê, xeta berxwedan, fedayîtî û sekna li hember dijmin ku serî natewîne di kesayeta hevala Bêrîtan de û xeta xiyanet û teslîmiyetê jî di kesayeta Ferhat de derxist holê. Li ser vê esasê Serokatî ji bo ku bikaribe gavekî biavêje, ji şahedeta hevala Bêrîtan re bibe bersiv û diyariyekî bide hemû jinan, nîqaşên berfireh bi hevalên jin re dike.
PIŞTÎ ŞEHADETA WÊ FIKRÊ ARTÊŞBÛNA JINÊ HATE AFIRANDIN
Lewma Serokatî di sala 1993’an de ji bo bîranîna hevala Bêrîtan di rêxistinê de gavekî mezin avêt, arteşbûna jin ava kir û perspektîfê wê hate danîn. Kanûna 93’an de li ser esasê xeta fedayîtî ya hevala Bêrîtan arteşbûna jinê bi awayekî fermî di nav PKK’ê de hate îlan kirin.
Arteşbûyîna jin di nav tevgerê me de û taybet ji bo jinan gavekî pir girîng bû. Beriya arteşbûnê jî helbet hêjmarekî zêde hevalên jin di nav tevgerê de cih digirtin, dikaribûn xwe rêxistin jî bikin, lê mîna rêxistinekî fermî nehatibû avakirin. Dema arteşbûyîna jinê hate îlankirin di hemû qadên gerîla, Başûr û Bakûr de êdî taxim û mangên xweser ên jinan hatin avakirin û çalakiyên xweser ên jinan pêşketin. Arteşbûyîna jin di nav ARGK’ê e de gavekî pir girîng bû.
Nêzîkatiyên feodal ên li hemberî jinê ne tenê civakêkî de li hemû cîhanê hebû, şer tenê weke karê zilam dihat hesibandin û li gorî wan jin jî nedikarîn şer bikin. Arteşbûyîna jin li hemberî vê ferasetê gavekî mezin bû, bi vê yekê re hate nîşandan ku karê jinê ne tenê zarok anîn e, jin ne tenê dikarin di çeperên paş de şer bikin, jin jî bi hêza xwe ya cewherî dikare xwe biparêze, şer bike, welatê xwe biparêze û pêşengiya afirandina jiyanekî azad bike.
Di nav şer de êdî şer ne tenê bi aqilê mêr, bi aqilê jin jî tê meşandin. Her çiqas gelan ji bo azadiya xwe têkoşîn kiribin jî, lê hêzên serdest ku bi zihniyeta mêr hatiye meşandin, dagirkerî û qetlîaman bi xwe re aniye. Lewma di cîhanê de pêwîs dikir ku di çarçoveya feraseta hiqûq û mafên mirovahiyê de ev şera heyî bê meşandin. Ji bo vê jî alternatîfek pêwîst dikir, helbet ev alternatîf jî bi aqlê jin hatiba rêvebirin. Ji ber ku jin ji destpêka mirovahiyê bigre heta roja me ya îro temsîla edalet û azadiyê kiriye. Hewce bû ku ev şer bi aqlê jin pêşbikeve û alternatîfek bi xwe re bîne. Arteşbûna civakî, leşkerî, siyasî hene, di hemû qadan de jin li ser bingeha ked û mîrateya ku jin di nav têkoşînê de afirandin, destpêkir û heta roja îro ev arteşbûyîna jinê berdewam dike. Ji bo avabûna arteşbûna jinê keda gelek hevalên me heye, mînak hevala Mîryem, Besê, Ezîme, Jiyan û roja me ya îro hevala Şîlan Kobanê, Delal Amed û gelek heval din keda wan di peşxistina arteşbûyîna jinê de çêbûye û heta roja îro jî li ser mîrateya wan hevalan ev ked tê dayîn. Di sala 1996’an de jî di kesayeta heval Zîlan û Sema de jî heman helwest derket holê, mirov dikare bibêje ev xeta fedayîtî ku di kesayeta jinên Kurd û bi taybet nav PKK’ê de mîna mîrateyekî heta roja îro hatiye.
DIVÊ JIN BIBIN YEK Û PÊŞÎ LI QIRKIRINA JINÊ BIGIRIN
Roja me ya îro de ev xet di kesayeta heval Sara û Rûken de bi çalakiya MErsînê re berdewam kir. Heya ku zilm, dagirkerî, planên tasfiye yên li ser tevgerê me û gelê me bê meşandin wê ev xeta fedayîtî berdewam bike. Ev ji bo me pir girîng e, ji ber ku îro tevgerekî jin li ser îdeolojiya rizgariya jinê xwe rêvedibe. Ev sekna ku di tevgera azadiya jin de derket pêş, îro ne tenê bi jina Kurd û Kurdistanê re sînordar maye, bandora xwe li ser cîhanê jî kiriye û hemû jin ev sekna jina Kurd ji bo xwe mîna modelekî digre dest. Di kesayeta Jîna Emînî de ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi rengekî pir hovane hat qetîlkirin, serhildanekî mezin hat destpêkirin û heta roja îro dewam dike, di rastiyê de ev serhildan li hemberî sîstema baviksalarî qirinekî ye. Ji ber ku tehemila jinê li hemberî vê nemaye, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dengvedanek çêbû. Serokatiya me ev dirûşma ji jinan re diyarî kir û ev dirûşma îro li ser esasê îdeolojiyekî pêş ket. Ev yek nîşan dide ku felsefe û îdeoojiya Rêber Apo li hemû cîhanê tê qebûlkirin, ji ber ku ev dirûşma ne tenê ji aliyê jinan ve hat berzkirin, li hemû cihên cîhanê ji aliyê her kesê ve dengveda.
Kesên ku pêşengitiya vê pêvajoyê bikin jin in, jin hin zêdetir dikarin li ser esasê xebatekî stratejîk, fikr û ramanê xwe li hemû cîhanê birêxistin bikin. Ji bo vê di şerên ku Rojhilata Navîn de tên kirin, herî zêde jin para xwe digrin. Hemû jinên Rojhilata Navîn, Ereb, Fars, Asûrî, Ermenî û Kurd pêwîste bi yek fikrê li hember van şeran derbikeve û vê şerê rawestîne. Êdî li şûna şer jiyanekî azad, aram, wekhev bikaribin bi afrînin û ava bikin. Ev berhemêm ku niha derdikevin holê bi saya hevalên me yên şehîd, di kesayeta heval Bêrîtan, Zîlan de derdikeve pêş.
Hevalên me îro di çeperên şer de hin jî rexmî bangawaziyên dijmin ên teslîmiyetê, hemû teknikên dijmin ên herî pêşketî, bi xeta berxwedan û fedayîtî li hember dijminê xwînxwar, dagirker û faşîst şer dikin. Mirov nikare bi peyvan van berxwedaniyên ku tên dayîn pênase bike. Çanda berxwedanî û fedayîtî ku hevalên me ji me re hiştin, heta roja me ya îro li ser vê mîrateya têkoşîn bilind dibe. Ya girîng ev e ku em vê têkoşînê bi serkeftinê re tacîdar bikin û bikin diyariya Serokatî, gelê xwe û hevalên xwe yên şehîd.”