NAVENDA NÛÇEYAN – Zanîngeha Razî ya Kirmanşanê, Zanîngeha Zanistanên Tipê ya Zahîdanê, Zanîngeha Zanistên Civakî ya Tehranê, Zanîngeha Şerîf, Zanîngeha Emîr Kebîr, Zanîngeha Tehranê, Zanîngeha Meşhed Fîrdewsî û Zanîngea Îsfahanê di serî de xwendekaran li gelek zanîngehan rejîma Îranê protesto kirin.
Li Tehranê li Zanîngeha Şerîfê di navbera hêzên Basîc û xwepêşandaran alozî çêbû. Hêzên Basîcê deriyê xwarinxaneya zanîngehê girtibûn, xwendekaran bariyerên hêzên Basîcê derbas kirin û ketin xwarinxaneyê.
Bi banga Komîteya Koordînasyona Sendîkaya Mamosteyên Pîşeyî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan dest bi grevê kirin û piştgirî dan xwendekaran.
Li Merîwan, Ciwanro û Seqizê mamosteyan mesaî boykot kirin. Qetilkirin û girtina mamoste û xwendekaran şermezar kirin.
Li Sinê jî hêzên Îranê gule li xwendekarên jin reşand. Li herêmên cihê yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwendekarên lîseyê, di nava dibistan û derveyî wê tevlî protestoyan dibin.
Duh şev li herêmên cihê yên Sine, Diwander, Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê û li herêmên cihê yên eyaletên Bender Abbas û Mazandaranê xwepêşandanên protestoyê hatin lidarxistin.
MAMOSTE KETIN GREVÊ
Li bajarên Merîwan, Sine, Seqiz, Kirmanşan, Bane, Mehabad, Şîraz, Tehran û li gelek bajaran xwendekar neçûn dibistanê.
Di heman demê de Sendîkaya Mamosteyan banga grevê li mamosteyan kiribû. Hatibû xwestin ku bila mamoste biçin dibistanê lê nekevin dersan. Bang li malbatan jî hatibû kirin bila malbat zarokên xwe neşînin dibistanê.
Mamoste çûn dibistanê lê neketin dersan. Duh mamosteyan tevî xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xistin û diyar kirin divê mamoste û xwendekarên girtî werin berdan.