MERÎWAN – Ciwanên Apoyî yên Merîwan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Daxuyaniya Merîwan a ciwanên Apoyî wiha ye:
“Piştî Peymana Lozanê û derketina netew-dewletên nû li Rojhilata Navîn, gelê Kurd sed salin li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê ji aliyê netew-dewletên serwer ve hatiye dorpêç kirin. Hêzên dagirker ji bo tasfiyekirin û asîmîlekirina fizîkî ya gelê Kurd li dijî gelê Kurd her cure çekên nû û qedexe bikar tînin. Weke komkujiya bi çekên fosfor a Elman li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, li Rojhilat Zerdeşt û li Başûr jî Helebçe vê rastiya wan nîşan dide.
Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî hêz û cesareta gerîlayên azadiyê bêçare ye, ji bo gelê li Tirkiyeyê vê yekê nebîne her tiştî dike. Di van rojên dawî de komek gerîlayên fedakar ji aliyê xwînmij Erdogan û rêjîma wî ve, bi êrîşên çekên kîmyawî hatin şehîd xistin. Em sersaxiyê ji malbat, rêheval û hevrêyên wan re dixwazin û soza tolhildana vê hovîtiyê bi avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê didin.
Li ser navê Ciwanên Apoyî yên Rojhilat em silavên xwe yên şoreşgerî ji gerîlayên li Avaşîn, Zap, Metîna û hemû herêmên din ên li dijî dagirkeriyê bi lehengî li berxwe didin, dişînin. Em rejîma Erdogan û xayinên Kurdistanê bi taybetî jî PDK’ê şermezar dikin ku piştgirî didin dewleta Tirk a faşîst.
Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên Ewrupa û cîhanê dikin ku li hember vê neheqiyê bêdeng nemînin û diyar dikin ku divê hemû partiyên Kurdistanî bi şikandina bêdengiya xwe bibin xwedî helwest. Em weke ciwanên Apoyî yên Rojhilat û Merîwanê diyar dikin ku em ê heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo pêkanîna xeyalên şehîdên tevgera azadiyê têbikoşin.”
Daxuyaniya ciwanan bi berzkirina siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.