TEBQA – Tevgera Xwendekarên Demoqratîk a Tebqayê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî rêze çalakiyên cihê reng li darxistin. Ciwanan diyar kirin ku êrîşên bi çekên qedexe li ser Herêmên Parastina Medya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, êrîşên li ser tevahî mirovahiyê ne.
Bi organîzekirina Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Tebqayê îro li Dibistana Şehîda Hevrîn şanoyeke bê deng ji aliyê xwendekaran ve hate pêşandan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medya hatin şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a qirker hate lanet kirin.
Bi amadebûna hejmareke mezin ji xwendekaran şano hate nîşan dan. Di çalakiyê de xwendekaran de bi dengê bilind silogana “Berxwedan, Tolhildan, Serkeftin” hate qêrîn. Ciwanên Ereb diyar kirin ewê bi her awayî li kêlekî gerîla têkoşîn bikin.
Piştî wê şanoyê, ciwanan ji dibistana şehîd Hevrîn dest bi meşekê kirin. Ciwanan di meşê de pankartên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medya û ser tevahî Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê şermazar dikir rakirin. Heman demê de bê navber silogan hatin berz kirin.
Di çalakiyê de komek xwendekar bi cilên spî û tedbîrên parastinê yên li dijî çekên kîmyewî, wêneyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne rakirin.
Di çalakiyê de Şehe El-Şebîb axivî û bal kişand ser berxwedana gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û got; ” Dewleta Tirk îradeya wî nîne ku li hember gerîla bisekine û şer bike, ew ji gerîla ditirse. Ji bo ku vê tirsa xwe veşêre çekên kîmyawî tîne. Yanê ew her dema çekên qedexe û giran bikartîne, wê demê ew lawaz bûye. Lê pêwîste ku delweta Tirk bizanibe me çawa DAIŞ li van herêman têk bir, emê wî jî têk bibin. Em tu carî ji dewletên weke Tirkiyê natirsin.”
Çalakiya ciwanan bi siloganên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.
Ev çalakiya ciwanan di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de hatibû li darxistin û wê li ser vê bingehê jî li tevahî bajarê Tebqa û gundewarên wê ve dewam bike.