NAVENDA NÛÇEYAN – Dosyaya me taybet di beşa xwe ya çaremîn de derbarê têkoşîna şehîd Xemgîn Cizîr de ye.
Şehîd Xemgîn Cizîr li nava Eşîra Kiçî ya welatparêz a Cizîr a Botanê hatiye dinê. Ji ber hem li nava malê û hem jî derdorî wan tevlî nava refên gerîla bûye, Şehîd Xemgîn di temenê zarokatiyê de têkoşînê nas dike. Her ku Şehîd Xemgîn partiyê nas dike zêdetir pêre tê girêdan, sala 2014’an tevlî gerîla dibe. Şehîd Xemgin yê bê du dil kete nava jiyana gerîla, di demeke kin de pêşketin bi xwe re aniye. Şehîd Xemgîn ê ji bo di qada leşkerî de xwe pêş bixe, perwerdehiya gerîlatiya pispor dibîne, vê xwestiye li qadên pratîkê bixe meriyetê.
Şehîd Xemgîn ê li Garê pratîka gerîlatiyê kir, piştre derbasî Zapê dibe û demek dirêj li Zapê gerîlatiyê dike. Bê cudahî erkê digire ser milê xwe, bi cidîbûnekê pêk tîne. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkariyê rêzdarî û hezkirinê bi dest dixe û di jiyanê de dibe fermandareke pêşeng. Şehîd Xemgîn taktîka gerîlatiya demê xiste pratîkê, di pratîka şer de jî bû yek ji fermandarên ciwan. Şehîd Xemgîn di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û derbên xurt li dagirkeriyê da, bûye yek ji şervanê kedkar û fermandarê pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.