STUTTGART – 25’ê Cotmehê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakiyek li darxistin.
Ciwanên li Schlossplatzê hatin cem hev, hilkişiyan Stûna Jubîleyê û pankarta li peykerê daliqandin û banga rawestandina sûcên şer ên li dijî gerîlayan kirin.
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo balê bikişînin ser pankartê ewrên dûmana zer bi kar anîn û gotin; “Hevkarê NATO’yê di şerê li dijî Kurdan de bi awayekî aktîf piştgiriyê dide Tirkiyeyê; hem bi fonan, hem bi çekan, hem jî bi sirgûn/girtina çalakvanên kurd. Dewleta Tirk rê nade aştiyê û komkujiyên gelê Kurd didomîne.”
Ciwanan bang li ciwanan kirin û gotin; “Ciwanên bi rûmet, li hemberî van sûcên şer bê deng nemînin, dengê xwe bilind bikin û van rê li ber van kiryaran bigirin.