TEBQA – Çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqa, ji bo şermezarkirina êrîşên bi çekên kîmyawî ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê bikaranîn dewam dikin.
Di heman demê de duh jî ciwanan li kolanên bajarê Tebqayê meşeke girseyî li darxistin, û helwestên tund li dijî dewleta Tirk a dagirker û bê dengiya navnetewî ku li hember dewleta Tirk a qirker nîşan dan. Ciwanan di meşê de bê navber siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Her wiha ciwanan di meşê de wêneyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne bilind rakirin. Ala Hêzên Parastina Gel HPG’ê, û ala Tevgera Ciwanên şoreşger ve hildan.
Piştî meşê ciwanan li cihê kombûyînê ji bo balê bikşînin ser sûcên bi çekên kîmyawî şanoyek bi cilên spî pêşkêş kirin.
Ciwanên pêkhateya Ereb diyar kirin ku; “Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên xwe nikare yekîtiya di navbera gelê Kurd û Ereb de lawaz bike û qut bike. Emê bi her awayî piştgiriya gerîla bikin, ji ber ku gerîla hemû xwuşik û birayên me ne.”
Meşa ciwanan bi berzkirina siloganên “Berxwedan, Berxwedan, Berxwedan” bi dawî bû.