NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de gelek jinên pêşeng derketin, yek ji wan jî Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan bû ku li dijî teslîmiyetê riya berxwedanê hilbijart, xwe ji zinaran avêt û bi lehengî şehîd bû. Gulnaz Karataş a bû xeta berxwedana jinan û bû sembola artêşbûna jinên Kurd di 30’emîn salvegera xwe de li gelek deveran hate bi bîr anîn. Ji nava wan jî Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Kobanê û Minbicê ew bi bîr anîn.
KOBANÊ
Li bajarê Kobanê 30’emîn salvgera artêşbûna jin hate pîroz kirin, û şehîda mezin û berxwedêr Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate bi bîr anîn.
Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê li Goristana şehîd Dîcle , bi pêxistina findan şehîd Bêrîtan bi bîr anîn. Di şexsê şehîd Bêrîtan de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Di çalakiyê de bi dehan jinên ciwan amade bûn, cihê çalakiyê bi wêneyên şehîd Bêrîtan, Sara û Rûken û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xemilandibûn.
Jinên ciwan derbarê têkoşîn û berxwedana Şehîd Bêrîtan de sinevizyonek temaşe kirin, piştî wê helwa hate belav kirin.
Jinên ciwan diyar kirin ku ewê berxwedana şehîd Bêrîtan bi têkbirina îxanetkar û dagirkeran re mezin bikin.
Çalakiya jinên ciwan bi berzkirina siloganan bê navber bi dawî bû.
MINBIC
Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê duh di saetên êvarê de, li qada El Sae ya li navenda bajêr, find vêxistin û şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anîn û daxuyanî da.
Daxuyaniya ku hatî dayîn ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê Şêrîn Ehmed ve hate xwendin. Beriya ku jinên ciwan daxuyaniyê bidin, di şexsê şehîd Bêrîtan de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa azadiyê deqeyekê rêz girtin.
Şêrîn Ehmed di daxuyaniya xwe de got; “Şehîd Bêrîtan qebûl nekir ku xwe teslîm xayin û dijmanan bike û heta guleya dawî şer kir. Her wiha piştî mermiyên wê xelas bû û ji bo ku nekeve destê dijmin, çekê xwe şikandin xwe ji serê çiya avêt xwarê.”
Her wiha Şêrîn Ehmed li ser navê tevahî jinên ciwan soza tolhildana şehîdan şehîdan da û diyar kir ku ewê heya dawiyê li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bimeşin.
Piştre li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan sinevizyonek hate pêşandan.