TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê şehîd Bêrîtan di 30’emîn salvegera şihadeta wê de, bi amadebûna dehan encamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi bîr anîn.
Destpêkê beriya ku jinên ciwan dest bi çalakiya xwe bikin, di şexsê şehîd Bêrîtan de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê deqeyekê rêz girtin. Piştre li ser navê rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan, li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan axaftin hate kirin.
Di axaftinan de hate diyar kirin ku; “Sedema pêşketina asta jin û mezinbûna îradeya jinan, bingeha xwe ji têkoşîna heval Bêrîtan ku tu carî teslîmiyet qebûl nekiriye digire. Şehîd Bêrîtan ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo tevahî jinên bindest û azadîxwaz ve bû xeteke berxwedanê. Îro bi hezaran jin ji her netewê navê xwe dikin Bêrîtan û têkoşîna heval Bêrîtan mezin dikin.”
Piştî ku nîqaş bi pêşketin, li ser berxwedana şehîd Bêrîtan a ku teslîmî xeta hevkar û îxanetê nebûye sinevizyon hate pêşandin.
Çalakiya jinên ciwan bi berzkirina silogana “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Jinan, Şehîd Namirin” bi dawî bû.