NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Heval Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ku endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan e, di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê nemir bû.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Di sala duyemîn a nemirbûyîna hevrê Sînan Dersim de, HBDH bi ked, hewldan, vîn û îradeya wî hatiye roja îro. Ji niha û pê ve jî rêya me bêyî ku kêliyekê jî ji xeta wî ya şerê şoreşgerî derkeve, wê bi pêş ve biçe. Şoreşa yekbûyî îro di şexsê wî de careke din soz dide hemû nemiran û gelan: Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!
Têkoşîna şoreşa yekbûyî ya ku li dijî faşîzmê hêviya rizgariya gelan, karkeran, jinan, Kurdan, Elewî û hemû bindestan e, pratîka me nemiran e. Hevrê Sînan ji damezrandina HBDH’ê û vir ve di asta navendî de erkên xwe yên ji bo şerekî mezin ê pêşerojê bi keda herî mezin bi cih anî. Her hewldanek wî bi hişmendiya ku azadkirina bindestan di zûtirîn dem de pêk bê bû. Ji ber vê yekê hem şervanên şoreşa yekbûyî bi kêrhatiyên di asta herî bilind de gurçûpêç kir û hem jî di her qada şerê li dijî faşîzmê de berpirsyariyên krîtîk girt ser xwe. Ew bû pêşengê şoreşê yê domdar.
Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şerekî mezin ê şoreşgerî tê meşandin. Her parçeyekî şoreşa yekbûyî bi biryardariya Sînan Dersim gavan diavêje. Di encama vê biryardariyê de êrîşên çekên kîmyewî, bombeyên nukleerî yên taktîkî, destgîrkirin, girtin û hemû êrîşên dewleta faşîst nikarin pêşiya vê meşa bi bahoz a şoreşa me bigirin. Ji ber ku di nav hêwêna me de coş û kenê hevrêyên mîna Sînan ên nemir û pratîkên ku tu kes li hêviya wan nîne pêk anî heye. Têkoşîna wî ya ku ji çalakiyên destpêkê yên milîsan ên HBDH’ê bigire heta têkoşîna gerîla û tecrubeyên ku li qadên têkoşîna rewa ya heyî hatiye, şert û merc çiqasê dijwar bin jî lê nahêle ku ev bahoz bisekine. Ji ber vê yekê hevrê Sînan di her wateyê de navê hevrêbûyîna şoreşa yekbûyî ye.
Îro em di serdemeke dîrokî re derbas dibin. Faşîzma AKP-MHP’ê li aliyekê çîna karkeran di kan û kargehên tarî de dimêtîne û dojeh bi wan dide jiyankirin. Ji bo ku ti astengî dernekeve pêşiya wî çekên kîmyewî li hemberî gerîlayên şoreşa yekbûyî bi kar tîne. Her wiha hewl dide milîs û gerîlayên şoreşa yekbûyî ji gel qut bike. Ji hêla din ve, bihuştê bi patronên mêtinger dide jiyankirin û her kesê ku dijminatiya gel dike xelat dike. Bi hêza nemirên xwe em ê hesabê êşên ku bi gel û bindestan dane kişandin ji wan bipirsin. Em ê van pêvajoyên dîrokî bi bilindkirina şerê şoreşgerî heta asta herî jor bi ser bixînin. Em ê îro pratîka nemirên xwe yên ku em wana rêberê xwe dizanin, bi hêztir bi ser dijmin de bibarînin. Di şexsê hevrê Sînan Dersim de ku stêrka li ser ala me ya şerê yekbûyî yê şoreşgerî ye, em soz didin hemû nemirên xwe ku faşîzmê çi aniye serê gelan, dibe ku bimîne ji sibehê re, lê wê ji wan re nemîne.
Em ê bi her çalakiya xwe hesabê hevrê Sînan bipirsin. Şoreşa yekbûyî ya ku bi hewldan û tevlîbûna wî heta roja me ya îro hatiye, li her qada ku şer bike wê ji qatil û dijminên gelan hesab bipirse. Em ê di şerên şoreşgerî de hevrê Sînan Dersim bidin jiyankirin.”