NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku li hemberî nokeran û êrîşên dagirkeran çalakiyên tolhildanê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “24’ê Cotmehê li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê, yekîneyên me li hemberî polîsên dewleta Tirk a faşîst bi teqemeniyan û çekên ferdî çalakî kirin. Di vê çalakiyê de xisareke mezin li wesayiteke polîsan a zirxî bû û 2 polîsên dewleta Tirk ên di wesayitê de bi giranî birîndar bûn.”
Li ser çalakiya li Mersînê jî hate gotin, “25’ê Cotmehê li navçeya Mezîtlî ya Mersînê, febrîqeyeke boyaxê ya karsazekî AKP’yî yê faşîst û 8 wesayitên luks ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.”