ATÎNA – Ciwanên TCŞ’ê li Atînayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve çalakiyek li darxistin.
Li qada Syntegma ya ku yek ji cihên herî qelebalix ê Atînayê ye, ji bo şermezar kirin û lanetkirina bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê kirin, ku yek ji sûcên herî mezin ên dij mirovahiyê ye, çalakiyek hate li darxistin.
Di pêşengtiya TCŞ’ê de ciwanan bertekên xwe nîşanî dewleta Tirk a dagirker û bê dengiya dewletên navneteweyî dan. Di çalakiyê de bê navber siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Zap” hate berz kirin.
Çalakiya ciwanan bi eleqeya ji aliyê gel ve bi dawî bû.