NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) kesayeta têkoşerê azadiyê şehîd Baz Mordem bi vê rengî dinirxîne;
“Hevrêyê me Baz li Amedê di nava malbateke welatparêz de hetiye dinê. Ji ber girêdanbûna malbatê ya çandê, şahidî ji êşkenceya Zindana Amedê re kiriye, zanabûna welatparêziyê pê re çêbûye. Di demê salên ciwaniyê de cihê xwe di têkoşîna ciwanên Kurd a bi rûmet de girt, sala 2014’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Baz di perwerdehiya xwe ya destpêkê de, ji ber mereqa wî ya gerîlatî û hêrsa wî ya li dijmin, ji perwerdehiyê encamek baş digire. Hevrêyê me Baz ê piştre derbasî Qendîlê bû, ji bo li dijî DAÎŞ’ê şer bike, berê xwe dide eniyên şer. Hevrêyê me Baz ê di şerê li dijî çeteyan de tim li refên pêş bû, bûye yek ji hevrêyên me yên bi fedayî pêşengtî kir. Hevrêyê me Baz bi moral, cesaret û şerê xwe bûye çavkaniya hêz. Bûye milîtanê Rêber Apo. Piştî pratîkeke şer a serketî hevrê Baz berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, bi ezmûnên şer girtî, ji bo li dijî dagirkeriyê bixe pratîkê berê xwe dide Avaşîn.
Di êrîşa 2021’ê de ku di serî de li Avaşîn û Hermên Parastinê yên Medyayê derbên xurt li dagirkeriyê daye, bi fedayî şer kiriye, ji bo taktîka gerîla ya dema nû bixe pratîkê fedekariyeke mezin kiriye. Hevrê Baz bi bi qasî hêrsa xwe ya li ber dijim û şerê xwe, di jiyanê de jî dilnizim, heskirin û rêzdariya xwe herdemê li nava hevalê xwe hatiye nasîn. Em bi hevrêyeke xwe yê wiha re di şer de cih girtin û şer kirin serbilindî dibînin. Di kesayeta hevrêyê xwe de soz serketinê didin hemû hevrêyên xwe.”