SINE – Serhildanên Rojhilat û Îranê bê navber dewam dikin. Serhildan bi pêşengiya ciwanên û jinên ciwan ên Rojhilatî û roj bi roj mezintir dibe.
komîteya ciwanên Sine ragihand ku heta serkeftinê bi dest nexin ew ê kolanên xwe terk nekin. Komîteyê daxuyaniya ku amade kiribû yek bi yek li hemû malan belav kir.
Komîteyê bang li ciwanan kir û diyar kir ku divê ajan û hevkarên ku dixwazin şoreşa bipêşketî tasfiye bikin û dixwazin pêşiya wê bigirin bên ceza kirin.