NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Rojnameya Novoe Vermya hevpeyvîna Makarinco Vadim a bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re….
Makarinco Vadim: Dema behsa Rusya û gelê Rus tê kirin, negengaze ku mirov wê Şoreşa Cotmehê ya mezin û bêhempa bibîr neyîne. Niha jî li axên Rusya ketinek mezin li ber çavane. Gelê Rus, her demê ji bo gelê cîhanê yê bindest bûye roniyek û çavkaniya îlhamê. Lewra miletê Rus, miletek mezine. Di dîrok û roja me de rolên pir girîng û mezin lîstiye. Em di pêvajoyek ku gelê Kurdistan û gelê Rus hîn baştir hev dinasin re derbas dibin. Divê em di destpêka sedsalê û roja me de polîtîkayên tinekirinê yên faşîzma Tirk bizanin û polîtîkayên rast destnîşan bikin. Tirkiya niha di roja me de hem ji bo Kurdistan hem ji bo gelê Rusya pirsgirêkek girînge. Nûnertiya Şoreşa Cotmehê ya mezin, gelê Rus dike. Gelo Şoreşa Cotmehê di encama kîjan şaşî û nebesiyan ket vê rewşê?
Rêber Apo: Beriya her tiştî xwe sosyalîst hîs dikim. Jixwe dewletên emperyalîst ji bo min dibêjin; “Sosyalîstê bi tena xwe mayî.” Heta Emerîka min weke; “Marksîst-Lenînîstê di cîhanê de herî xeter” bilêv dike. Emerîka li dijî Sovyetan şerek dijwar meşand û hêjî dimeşîne. Lê niha emperyalîzm bi şêweyek xirabtir êrîşî me dike. Lê belê em jî li hember vê emperyalîzmê qet nakevin. Ne di armancên me de lewaziyek hat jiyîn, ne jî di mijara sosyalîzmê de paşveketinek rû da. Em hem dixwazin ezmûnên xwe pêşkêşî we bikin, hem jî ji ezmûnên we sûd werbigirin.
Demekê Rusya kelha sosyalîzmê bû û gel kûranî bi sosyalîzmê ve girêdayî bû. Çima niha nefretê ji sosyalîzmê dike? Nûnertiya sosyalîzmê û ronakbîriya mezin, li Rusya derket holê. Sedema hilweşînek wisa û gel evqasî tengav bûyî çiye? Ti carî eleqeya min li hember Partiya Komînîst a Tirkiyê çênebû. Heta bi fikar bûm ku, nêzî vê partiyê bibim. Ji ber ku şêwaza jiyana wan nedihat pejirandin. Di salên 1970‟î de di kesayeta wan de, min şaşî û nebesiyên
Yekîtiya Sovyetan didît. Yekîtiya Sovyetan bi salan di bin navê “enternasyonalîzmê” de, alîkariya Partiya Komînîst a Tirkiyê kir. Di salên damezirandina Komara Tirkiyê de, em dikarin wate bidin alîkariya ku emperyalîzmê ji tevgera Mustefa Kemal re kirî. Lê em wate nadin ku pişgiriya taktîkî ya ku wê demê Sovyetan dayî, çawa paşê veguherî stratejiya dewletê. Li gorî min yek ji sedemek din a belavbûna Sovyetan, pişgiriya ku pêşkêşî Tirkiyê kir veguherî polîtîkaya dewletê bû. Ger nêzîkbûnên taktîkî veguherin stratejiyê û di bîrdoziyê de jî jirêderketin destpê bike,
polîtîkaya ku ji bo hemû cîhanê bê sepan jî, dê di vê çarçovê de bimeşe. Nêzîkbûnên Lenîn, ji Mustefa Kemal re taktîkî bûn. Lê belê Stalîn ev taktîk pir derxist pêş û kir polîtîkayek dewletê. Li ser vî bingehî nexweşî kûr bûn û sosyalîzmê her tişt winda kir. Elbet piştî ev pişgiriya taktîkî veguherî pişgiriya stratejîk, ji bo gelê Kurd pir girîng
bû. Ji ber ku li vir dawiya gelê Kurd û tevgera qirkirina ji aliyê faşîzma Tirk ve pêk hatî heye. Bal bidinê, Mustafa Kemal roj bi roj dibû faşîst. Li Tirkiyê rejîmek faşîst ava dibû û ev ber bi salên 1940‟î ve bi alîkariya Sovyetan pêk
dihat. Di nava salên 1925-40‟î de, serî heta binî pêvajoya îsyanên Kurdistanê bû. Ev îsyan hema hemû bi pişgiriya emperyalîzmê ve ji aliyê Mustafa Kemal ve bi komkujiyê hatin çewsandin. Ji aliyekê ve miletek bi komkujiyan dihat tinekirin, ji aliyê din ve jî, Mustafa Kemal hewl de xwe dostê hem emperyalîzmê, hem jî Sovyetê bide diyarkirin.
Ji herdu aliyan jî alîkarî digirt. Ji bo sazkirina belavbûna sosyalîzmê, di salên 1920-21‟ê de Mustafa Kemal xwest bi Îngîlîzan re îtîfak pêş bixe. Peyre di serî de Mustafa Suphî 15 endamên Partiya Komînîst a Tirkî di sala 1921‟ê de bi komloyê qetil kir. Bi alîkariya Sovyetê ve, di cîhanê de ji serkêşên herî zêde darbe li sosyalîzmê dayî yek jê Mustafa
Kemale. Dijminatiya Mustafa Kemal a li dijî sosyalîzmê, paşê pir vekirî derket hole. Jixwe ji destpêkê ve dijminek sosyalîzmê yê mezin bû. Zilamê sereke yê emperyalîzm û Îngîlîzan bû. Heta niha jî Îngîlîz nirxek mezin didin Mustafa Kemal. Sedema wê jî Mustafa Kemal li Anadoliyê darbeya mezin li sosyalîzmê da. Tevgera Mustafa Kemal, ji bo dewletên emperyalîst bingeh amade kir û sosyalîzm cemidand. Kes bi qasî Mustafa Kemal bi sosyalîzmê nelîst. Îro hêjî pergala emperyalîst-kapîtalîst bi gelan dilîze. Daxwazek demokratîk a herî biçûk a gelan bi xwînrijandinê diçewsîne. Gelo çima emperyalîzm evqasî mezin li ser gelan dilîze? Ji ber ku ji sosyalîzmê ditirse û ji bo li dijî sosyalîzmê îtîfak ava bike, li ser gelan dilîze. Komara Tirk, di salên damezirînê de ya rastî ji hemû welatên
emperyalîst-kapîtalîst alîkarî digirt. Her wiha ev alîkarî heta roja me jî didome. Ji ku li dijî sosyalîzmê şerê herî mezin Komara Tirk dimeşand. Dema ev hemû dihat kirin, ji aliyekê ve jî fermana mirina Kurdan dihat amadekirin, ji aliyê din ve jî heman polîtîka li ser gelên din ên bindest dihat pêkan. Grek û Ermenî ji holê rakirin. Gelek çand
bişaftinê re derbas kir. Ev hemû jî hinekê bi pişgiriya Sovyetê pêk hatin. Komara Tirkiyê baş dinasim. Faşîzma Tirk, Rus‟an weke dijminê xwe yê herî mezin dibînin. Heta dikarin bêjin; “Em li dijî Rus‟an şer bikin.” Ya rastî ev îtîfakek rasterast li dijî Rusya pêk hatiye. Di salên damezirandinê de li dijî Rusya îtîfakên Komara Tirkiyê bi emperyalîzmê re pêş xistîn sînordar bûn. Niha ev îtîfak zêde hatiye pêşxistin. Îtîfaqên bivî rengî ziyanên mezin didin gelan. Berê dewletek bû, niha bûne pênc-şeş dewlet. Ango Sovyetê heft dewlet diyarî emperyalîzmê kir. Ev nakokiyek mezine. Jixwe darbeya herî mezin jî ji wan dixwe. Ya rastî gelê Rus, miletek zerar dide xwe ye. Hinek kesayet hene, weke ku ji bo Komara Tirk hatine avakirin. Li Tirkiyê balyozxaneyek Rus hebû. Paşê bû alîgirê wezîrê karê derve. Her tim bi nêzîkbûnek; “Çawa dikarim alîkariya Tirkan bikim” nirxandin dikir. Digot; “Ezê biçim Moskova, çiqas malên PKK‟ê hebin tevê rakim.” Ne malên me, ne jî pêwendiyên me yên xurt li Moskovayê hebûn. Hinek hevalên me hebûn, em dikarin wan jî di navbera 24 demjimêran de ji wir vekişînin. Bes bi kîjan mantiqî van nixandinan dike? Ev irsgirêkek dîplomasiyê ye. Em dikarin li ser van mijarên hatine destnîşankirin bi hev re baxivin. Ya rastî ev hevpeyvîna bi navbeynkariya rojnameya we ve tê kirin, hevpeyvînek bi gelê Rus re ye. Ger em bikarin pirsgirêkan bi kûranî û beramberî hev vekin, dê ev jî bo gelan erênî be.
Makarinco Vadim: Miletê Rus, miletek herî zêde bilindbûn û ketin jiyaye. Ya rastî rewşa gelê Rus a heyî, trajediyek mezin rave dike. Gelê Rus piştî demek dirêj, hukûmeta xwe damezirandiye. Piştî Şoreşa Cotmehê hewce dikir rojek nû û milet bilind bibûya, gel ji nişkê ve bi pirsgirêkek mezin re rûbirû hat. We pir vekirî destnîşan kir ku polîtîkaya me çiqasî tevlîheve. Ji bo hukûmet saxlem bê avakirin, hewce dikir xebat xurt bûna. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan jî, pêdivî bi qadroyan hebû. Piştî mirina Lenîn, di nava partiya komînîst de guhertinên mezin çêbûn. Nakokiyên bîrdozî zêde xwe dan der. Taktîkên ku hatin pêşxistin, xizmet ji stratejiyê re nekir. Di hinek mijaran de vebûn çêbû, aboriyek xurt hat sazkirin. Bi rastî jî gelê me di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî faşîzmê helwestek xurt raber kir. Gelê me xwest gelek nirxan biparêze. Li dijî faşîzmê milyonan windahî çêbûn. Her miletek wisa hêsan van windahiyan berçav nagire. Ji bo hesin bê hasilkirin, kedek mezin tê xwestin. Piştî di bîrdozî de tawîz hat dayîn, di sosyalîzmê de, ji hêla asta pêşeng ve ber bi reformîzmê ve herikbûn çêbû. Pir caran behsa komînîzmê hat kirin. Lê belê nekarîn dûrbûna ji bîrdozî jî asteng bikin. Dema gel ji bîrdozî dûr ket, jirêderketinên cudda ketin rojevê. Her wiha belavbûna Sovyetê pêk hat. Berjewendiyên ferdî danîn pêş berjewendiyên civakî. Her kesî dixwest dewlemend, bi nav û deng be. Dema hinek jî gihan vê hedefa xwe, darbeyên mezin li gel dan. Jiyana me jî hinekê wisa derbas bû. Îro Rusya di nava aloziyek mezin de ye. Ez yeqîn dikim, bi gelê Rus re hêzek mezin heye û dê ev hêz jî rabe serhildanê. Her çendî gengeşeyên mezin bên jiyîn, dîsa jî dewleta herî bihêze. Hêjî bi hêza xwe ve li ser linga ye. Dema em cardin li ser pêwendiyên Rusya yên bi Tirkiyê re radiwestin, divê aliyên wê yên din jî bên dîtin. Ya rastî di salên 1920‟î de heman weke pêwendiya di navbera Tirkiye û Rusya de yên tevlîhev, beriya Şerê Cîhanê yê Duyem di pêwendiyên xwe yên bi Almanan re jî hebû. Pêwendiyên hem aborî hem jî leşkerî mijara gotinê bûn. Mînak xwendevanên Dibistana Herbê ya Alman, perwerdeya xwe ya hînbûnê li Rusya dimeşandin. Piştî ku şer destpê kir, derket holê ku ev polîtîka şaşe. Ti mafê Tirkiye nebû ku di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi Almanan
re ji pişt ve li me bixe. Ya rastî em dizanin ku Tirkiye demek dirêje dixwaze Rusya tengav bike. Lewra di vê mijarê de em jî û hûn jî xwedî heman nêzîkbûnê ne. Bandorên netewperestiya Stalîn heta roja me jî didomin. Gel tê
koçberkirin, komkujî pêk tên. Ev polîtîkaya şaş a di nava girseyê de hatî rûniştandin, di nêzîkbûna ji Kurdan re jî xwe dide der. Gelek polîtîkvanên Rus, hêjî pirsgirêka Kurd fêm nekirine. Ev ne seknek raste. Dixwazim derbasî pirsa xwe bibim. Bi qasî min dîtî, niha şerê gêrîla li Kurdistanê berhema xwe dide. Di roja me de pêşveçûna têkoşîna we çawa ye?
Rêber Apo: Elbet sedemên ku gelê Rus heta niha gelê Kurd nas nekirî yên girîng hene. Gelê Kurd di dîrokê de winda bûye, rewşek her kesî hêviya xwe ya dê bikare bijî winda kirî rave dikir. Miletek pir bê bandor bû. Bi vî halî ve jixwe negengaz bû ku, jiyanekê bidest bixe. Di nava gelên din de xwedî rastiyek gelê ku bi helandinê ve rûbirû bû. Lewra her kesî hêviya xwe qut kiribû. Dema tevgera me destpêkê derketî holê, kesî nedixwest bi me bawer bike. Wê demê ez bi tenê bûm. Mîrateyek millî, binyatek çînî nebû. Bi salan tena xwe bûm. Her kesî digot; “Negengaze tu nikarî van mirovan zindî bikî.” Demek dirêj wisa berdewam kir. Komek hevalên min hebûn, wan jî bawer nedikir. Heta salên 1980 û 1990‟î jî nêrîna hevalan û gel jî di vê çarçovê de bû. Dijmin jî yeqîn nedikir em ê ser bixin. Min hewl da bi tena xwe vî şerî bimeşînim. Paşê hat fêmkirin ku, dê ev şer pêş bikeve. Êdî li welat
bingehê gêrîla hat avakirin. Serhildanên gel destpê kir. Roj bi roj mezin bû. Bi kurtasî damezirandina partiya me, zêde naşibe damezirandina partiyên sosyalîst ên kevnar. Destpêka min dişibe, Partiya Karkerên Demokrat ên Civakî yê Rusya ku di 1898‟ê de bi neh kesî ve destpê kirî. Min jî bi neh hevalî re destpê kir. Ji bilî rêhevaltiya me, amadekariya yek ji me jî nebû. Ji aliyê bîrdozî ve jî ti amadekariya me nebû. Me bi du gotinan dest bi xebata xwe kir. Me got; Kurdistan welatek mêtîngirî ye. Gelê Kurd jî, miletek bindeste. Pêwîste welatek vî miletî hebe.” Min li ser mafê mirovan hinek pirtûk xwendibûn. Min giranî dida bîrdoziya sosyalîst. Lê zêde nekûr bûm. Di wê demê de ji bo min a girîng, bi wêrekiyek mezin avakirina komê bû. Heman weke Partiya Karkerên Demokrat-Civakî yên Rusya, ji sala 1898 heta sala 1903‟ê nav heye, lê ew bi xwe nîne. Bingeha me hîn lewaztir bû. Gelê me xwendin û nivîsandin nedizaniya. Rewşênbîrên wê nebûn. Lewra min hemû xebat bi tena xwe dimeşand. Ji bo tinekirina me jî, hemû cîhanê pişgirî da Komara Tirkiyê. Lê belê îro welatên weke Emerîka û Almanya, kêm-zêde fêm kirin ku dê nekarin me bi siyaseta tinekirinê ve îmha bikin. Êdî negengaze ku gelê Kurd bi komkujiyan ve tine bibe. Niha her kes bilindbûn û vejîna gelê Kurd dipejirîne. Ya girîng şerê me gelek tişt selmand. Dibe ku hêj rizgarî tam pêk nehatiye. Lê vegera li jiyanê çêbû. Pêwîste em pirsgirêka Kurd li gorî demê fêm bikin. Beriya rizgar bibe û serxwebûnê bijî, hewce dikir vejînê bijî. Miletek ku koka wê hatî ziwakirin û rayên jiyanê hatî birîn bû. Tenê yek-du rayên nehatîn ziwakirin mabûn. Bi nêrîna dibe ku şîn bibe, hewce dikir zêde bihata avdan. Belê tişta me kirî jî, hinekê şînkirin û şaxdayîn bû. Dem ber bi rizgariyê ve diçe. Em niha di dema rizgariya welat û gel de ne. Ger em bikarin xebatan bi vî şêweyî bimeşînin, em ê ber bi rizgariyê ve gavên mezin bavêjin.