NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ji 14’ê Nîsanê û vir ve li ser Zap, Avaşîn û Metîna êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin û ev 6 mehin bê navber dewam dikin. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê tevî hemû teknîkên ku dagirker li hember wan bi kartîne jî bi îradeyeke bilind li berxwe didin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker ti encam negirt, xwest têkçûna xwe ya li qadên berxwedanê bi çekên kîmyewî veşêre.
Di 18’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha NPG’ê nasnameya 17 gerîlayên di encama çekên kîmyewî de şehîd bibûn, eşkere kir. HPG’ê beriya niha gelek caran di daxuyaniyên xwe yên nivîskî de bang li raya giştî û saziyên navneteweyî kiribû ku hestiyar bin. Yek ji gerîlayên azadiyê ku şehîd bûye Mawa Roj e ku li Mûşê ji dayik bûye.
Piştî ku Mawa Roj ji xebatên Komalên Ciwan derdikeve, berê xwe dide Botanê ku dilê Kurdistanê ye, ji wir jî berê xwe dide Zagrosan.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê kesateya têkoşîrê azadiyê Mawa Roj bi vê rengî dinirxîne;
“Hevêryê me Mawa li Mûşê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê.Hevrê me Mawa dema diçe xwendina Zanîngehê li Îdirê Tevgera Azadiyê dinase. Di sala 2013’an de tevlî xebatên ciwanan dibe. Sala 2014’an jî tevlî nava refên gerîla dibe. Perwerdehiya xwe ya destpêkê li Botanê dibîne, bi rengekî lez dikeve pratîkê. Girêdanbûna wî ya bi hevrêtiyê re her roja diçe xurtir dibe. Hevrê Mawa li ser bingehê Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo xwe nas dike û pêş dixe. Bi hişmendiyeke ya têkoşînê ya bê eman a Saranyan, Bêrîtanan û Zîlanan bi sekneke bê eman tevlî kar dibe.
Her qada jiyanê ji bo xwe dike qada perwerdehiyê, têkoşîna xwe hê bi zanistîtir dike. Ji bo di warê leşkerî de xurtir bibe di qada pratîkê de xwe kûr dike, bûye fermandareke pêşeng a jinê. Bi aliyên xwe yên kedkar, fedekar û dilnizim, cih di gelek qadên kar de girtiye. Hevrê Mawa piştî li gelek herêmên Zagrosê gerîlatiyê dike dibe fermandareke YJA Starê li Zapê sekna milîtanî ya jinê ya Apoyî parastiye û li dijî dagirkeriyê ketiye şerekî bê eman. Hevrê Mawa di êrîşa dagirkeriyê ya sala 2021’ê de tim xwestiye di refên pêş de cih bigire. Di êrîşa dagirkeriyê ya 14’ê Nîsana 2022’an fermandarê tîmê bi aktîf di qadên şer de cihê xwe girtiye. Bi hêrsa bi salan hem cih li gelek çalakiyên derbên xurt li dagirkeriyê daye hem jî kordîne kiriye. Ruheke yê layîqî Zapê nîşan daye. Hevrê Mawa di encama bikaranîna çekên kîmyawî ya nemert de şehîd dibe. Hevrê Mawa gerîlatiya ji Botanê heta Zapê dom kir, li çiyayên ku ji bo xwe kirin mekan, şopên ku neyên bîrkirin li pey xwe hişt.”