BEHDÎNAN – Yek ji Fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar têkildarî salvegera 30’emîn a artêşa jinê axivî. Batûfa Çekdar di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û got, “Di salvegera 31’emîn a şehadeta Heval Bêrîtan de têkoşîneke dîrokî ya layiqî ruhê berxwedanê rêheval Bêrîtan tê meşandin. Fermandara mezin heval Bêrîtan li dijî îxaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk li berxwe da, îro bi sedan ciwanên Kurd weke milîtanên Rêber Apo li her qadê li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser xeta heval Bêrîta berxwedaneke mezin dimeşînin.
Cîhan bi matmayî li şer û berxwedana ku milîtanên PKK-PAJK’ê li dijî hemû teknîk û kîmyabarana hêzên NATO’yê û komplogeran dimeşîne, temaşe dike. Ji ber ku mînakên vê yekê li tu welatekî din û di dîroka mirovahiyê de nehatine dîtin. Ev berxwedan mîrateya Bêrîtan, Zîlan, Mazlûm, Sara, Kemal, Hayrî û Ferhatan e. Di 25’ê Cotmeha 2022’an de weke hêza YJA Starê em ketin sala 30’emîn a artêşa xwe ya jinê ya ku li ser xeta Bêrîtan hatiye avakirin. Di van 3 salên dawî de berxwedaneke mezin tê meşandin. Di pêşengiya hêza me ya YJA Starê de di sala 2020’an de li Heftanînê, di salên 2021-2022’an de li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaneke dîrokî hate nîşandan.
Helbet hewldan û ezmûna bi salan, hêza YJA Starê ya heyî derxistiye holê. Ev bi saya ked, fedakarî û berdêlên 29 salan ên Bêrîtan, Azîme, Zelal, Sara, Besê, Çîçek, Gulbahar, Nûda, Berçem, Rojîn Gewda, Delaler, Zîlan, Medya, Tekoşîn, Diljîn û Nûjiyan e. Artêşa me ya jin li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran bi îradeyeke mezin li ber xwe dide.”
Batûfa Çekdar bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wiha got: “Îro li Kurdistanê bi hezaran şervan bi biryar û hêrseke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin. Bê guman heta ku hêzên YJA Star hebin, wê armanca dijminên Kurdan ên ji bo tunekirina gerîla û PKK’ê bi ser nekeve. Ji îdiaya bawerî û azadiyê ya şervan, pêşeng û tekoşerên YJA Starê wêdetir çekeke din nîne. Ji ber vê yekê ev çiya, ax û gelê me divê bi YJA’yê serbilind bin. Her jinek ku li azadiya xwe digere divê vê bêje: Ez serbilind im ku di serdema gerîlayên YJA Starê de dijîm.
Bêguman tecrubeya 30 salî ya jinên Kurd em birêxistin kirin, em xwedî li partîbûnê derketin û îro em gihiştine asta sîstema konfederal. Em bûne pêşengek mezin. Ev asta pêşentiyê, çanda azadiyê û hişmendiya ku ji aliyê Sara, Bêrîtan û Delalan ve hatiye avakirin didome. Ji ber ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî faşîzmê têkoşîna jinan bi pêşengiya berxwedana gerîlayên jin tê meşandin. Çanda berxwedanê ya gerîlayên jin bûye xeta têkoşînê ya jinên li dijî zilmê serî hildane.”
Herî dawî yek ji fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar li ser berxwedana şehîd Evîndar axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke fermandarê ciwan ê Tendurekê heval Evîndar jî diyar kiribû em ê kêliyekê jî ji bîr nekin ku li ser axa me dagirkerî heye. Em hêzên YJA Starê, em ê îşkenceya tecrîda li ser Rêber Apo ji bîr nekin, em ê di her kêliya jiyana xwe de bi vê hişmendî û berpirsyariyê tevbigerin û bi vî rengî tevlê bibin.
Tolhildana me ya li dijî dagirkeriya xakên me yên pîroz wê mezin be. Ji ber ku axa me nasnameya me ye. Em ê ax, nirx û rûmeta xwe bi hemû hebûna xwe biparêzin û serkeftinê misoger bikin. Erka me ye ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji ber ku Rêbertî bi salan ji bo azadiya jinê ked daye. Ji ber vê yekê em jin ji her kesî zêdetir deyndarê Rêbertiya xwe ne.”