NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Rojnameya Novoe Vermya hevpeyvîna Makarinco Vadim a bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re….
Makarinco Vadim: Bi qasî min fêm kirî, armanca PKK‟ê, ne tenê rizgarkirina axê ye. Di heman demê de avakirina tîpê mirovê nû ye jî. Hûn mirovê nû çawa ava dikin?
Abdulah Ocalan: Hêceta şerê me ya bingehîn, avakirina kesayeta mirovê nû ye. Em tenê ji bo parçeyek ax an jî miletekê tênakoşin. Di bingeha bîrdoziya me de, avakirina kesayeta mirovê nû esasî ye. Em li Sovyetê, di sosyalîzma pêkhatî de, di vê xalê de kêmasiyên cidî dibînin. Girîngî pir dan sînoran. Li ber çavan enternasyonalîzm hebû, lê di cewher de netewperestî giraniya xwe dida der. Di qonaxa sosyalîzma Sovyetê de, kesên ku pêşengiya pergala heyî dikirin, ji kapîtalîzmê ne kêmtir bûn. Dewletek sosyalîst hat damezirandin, miletek sosyalîst hat
birêxistinkirin, lê mixabin kesê sosyalîst nehat avakirin. Mînak, Stalîn çiqas di bin bandora feodalî de bû? Xwe çiqasî gihand kesayetek sosyalîst? Ger ev pirsgirêk baş neyên fêmkirin, pirsgirêkên sosyalîzmê jî nayên fêmkirin.
Dîsa Kureşçev çawa derket? Pir bi Stalîn ve girêdayî bû. Piştî ku Stalîn mir, rola dijmin list. Her du helwest jî nerastin. Di nava Partiya Komînîst a Sovyetê de, rêgeza vekirîbûnê hat windakirin. Hema ruhê mirovan dixeniqandin. Paşê jî xirab teqiyan. Şêwazên ez dimeşînim, berovajî van tevane. Ez her tiştî pir baş û vekirî dikim.
Ji destpêkê ve heta roja me, rêgeza min a bingehîn Glastnoste (Dîroka Partiya Komînîst a Yekîtiya Sovyetan).
Polîtîkaya ku li hember dewleta Tirk disepînim jî, vekirî dikim. Heta dawî rêgeza vekirîbûnê derbasdare. Weke din mirov nikare li hember feodalîzm û paşverûtiyê têbikoşe. Ev rêbaz nebin, sosyalîzma zanistî jî pêk naye.
Di Yekîtiya Sovyetan de, bi navê komîteya navendî û sekreterya karên cuda hatin kirin, lê gel hat çewsandin. Li jorê jî nivîsgeha polîtîk xwe pir mezin îlan kir. Di encamê de vê jî rê ji teqînên mezin re vekir. Hewce dikir wisa nebûya. Kêmek mabû xwe weke xweda li cîhanê bida nasîn. Mane ev ne sosyalîzme, elbet dê hilweşe. Hewce dikir hilweşe jî. Di nava sînorên ku tên sazkirin de ne kapîtalîzm, sosyalîzm tê damezirandin. Ji ber ku sosyalîzm, nûnertiya mirovatiya nû dike. Pêwîste sosyalîzm ji bo mirovatî bibe şêwazek jiyanê û ev bê berfirehkirin.
Mirovê nû, mirovê rast û mirovê bedew, mirovê sosyalîste. Ma dê çima di nava sînoran de bê girtin? Çima xwe veşêre? Ez li dijî van tevame.
Em li Kurdistanê mirovê nû ava dikin. Kesayetek bi temamî ji gumanên takekesî dûr. Kes bi zorê bi nava partiyê de nayê girtin. Her rêhevalek me fedaîyeke. Ne li ser bingeha dîsîplînek zorakî, li ser bingeha dilxwazî dimeşin. Şoreş û şer bi dîsîplîn û navendperestiya zorakî nameşe. Ger li Rusya rêhevalên ku dixwazin xebatên sosyalîst bimeşînin
hebin, dikarin ji xebat û ezmûnên me sûd werbigirin. Divê hinekê dilnizm bin. Ez jî rastiya xwe zêde nanepixînim. Heta niha neketime nava gelê Kurd, lê min weke rêber û serkêş dibînin. Ma em çawa tam nûnertiya bîrdoziya sosyalîst dikin û beşek cîhanê ya mezin dijberî xwe digirin? Çawa çêdibe evqas gel û evqas rêheval di xetek ji agir de, bi min re dimeşin? Divê li ser van bê rawestîn. Ez di nava partiyê de pir hûrûkûr li ser avakirina mirovê nû disekinim. Ji ber ku avakirina mirovek nû, ji avakirina partiyekê û dewletekê hîn girîngtire. Niha ger Lenîn, baş li ser Stalîn rawestiya û tam weke sosyalîstekî pêş xistiba, wê xeterî evqasî mezin nebûna. Beriya Lenîn bemire demek kin, xwest li ser babetên weke şovenîzm û birokratîzma Rus raweste û hinek pirs jî kirin. Ya rastî Lenîn ev xeterî didît. Lê belê wextê wî têrê nekir. Wesiyetên Lenîn girîngin. Pêwîste mirov li ser raweste.