NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê kesayeta têkoşerê azadiyê Sedat Demhat bi vê rengî dinirxîne;
“Hevrêyê me Sedat li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin ji dayik bû, ji rojên destpêkê yên berxwedana me ya dîrokî ve têkoşîna azadiya Kurdistanê hembêz kiriye. Hevrêyê me yê ku di nav dorhêleke welatparêz a ku di nava têkoşîna me de cih girtiye mezin bûye, ji biçûkatiya xwe ve hişmendiya welatparêziyê girtiye û bûye xwedî şans ku têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku ji ber zext û zordariya dewleta Tirk a dagirker tevî malbata xwe koçî metropolên Tirkiyeyê Stenbolê kir, bi karên cuda re alîkariya aborî da malbata xwe. Hevrêyê me ku di temenê xwe yê biçûk de wateya kedê re nas kir, di vê pêvajoyê de polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstematîk ên mêtîngeriya Tirk ên li dijî ciwanên Kurd nas kir.
Hevrêyê me yê ku ji temenê xwe yê biçûk ve tevlîbûna gerîlayên azadiya Kurdistanê ji xwe re kiriye hedef. Di sala 2014’an de êrîşên dewletên mêtînger û çeteyên DAÎŞ’ê yên di xizmeta wan de ji nêz ve şopand û bi Serketina Kobanê ya dîrokî hêzeke mezin girt. Hevrêyê me careke din fêm kir ku azadiya mutleq a gelê me ancax bi têkoşîneke bênavber a gerîla pêkan e, di sala 2015’an de bi tevlîbûna li nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêyê me yê ku bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyana gerîla bû û bi lez û bez adepte bû, piştî perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîla bi awayekî serkeftî bi dawî kir, derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me yê ku bi hêza xwe ya qada leşkerî derdikeve pêş, di taktîkên gerîlayên serdema nû de pispor dibe. Di heman demê de, karên girîng ên ku bawerî û jêhatîbûneke bilind jê re lazim bû, girt ser milê xwe û ev kar bi serkeftinek mezin bi cih anî.
Hevrêyê me Sedat ku yek ji hevrêyên me bû ku di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Zapê de guleya yekem li dijmin xist, demeke dirêj li Zapê pratîk kir û xebateke bêhempa da meşandin. Hevrê Sedat ku ji roja destpêkê ve bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û di gelek çalakiyên bi bandor de derbên giran li dagirkeran xist, di vî şerî de weke fermandarê tîmê pêşeng erka xwe bi serkeftî bi cih anî. Di heman demê de bi şêwazê şerê xwe yê fedaî ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û bû yek ji fermandarên me yên pêşeng ên ku bersivê didin pêdiviyên serdema nû.”