NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPGʹê têkildarî çalakiyên wan ên bersivdayînê yên rojên 23- 27ʹê Cotmehê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
ʹʹÊrişên artêşa Tirk a dagirker li hember heremên me bi dijwarî berdewam dikin. Di gelek êrişan de gelê me tê hedef girtin, şehîd û birîndarên sivîl çêdibin. Her wiha di van êrişan de gelê me rastî zirarên madî tên. Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de tu quralên şer nas nake. Li hember van êrişên hovane em di çarçoveya parastina rewa de, gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe di bin her şert û mercan de diparêzin.
Di vê çarçoveyê de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di rojên 23 û 27’ê Cotmehê de, li heremên dagirkirî çalakiyên bersivdayinê hatin li darxistin. Di encama van çalakiyan de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 9 çete hatin kuştin. Di van çalakiyan de her wiha seyareyek, çekek A-4 û çekek bombeavêj hatin ruxandin.
Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayinê wê berdewam bikin.ʹʹ