NAVENDA NÛÇEYAN – Bi qetilkirina Jîna Emînî re di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de carek din serhildanê gelan destpêkirin. Ji 2008-2009’an ve serhildanên gelên Îranê berdewam li hember rêjîma dagirker û qirker pêk tên. Her çiqas heta niha van serhildanan rêjima Îrane neguhertibin jî, lê belê nîşan dane ku bi hêsanî teslîmî pergala dagirkirin û qirkirinê jî nabin. Bê guman bingehekî vê yê dîrokî heye. Dema li hember rêjîma şah gelan li berxwedan û şoreş pêk anîn, Xumeynî û hevalbendên wî destdanîn ser şoreşê, pêşengên rasteqîn ji aliyê rêjîma qirker ve hatin qetil kirin. Pergala dagir kirin û qirkirinê ya ku niha berdewam dike, berhemê wê dizî ye. Ji pergalek ku li ser diziyê hatibe ava kirin, mirov nikara hêviya demokrasî û azadiyê bike. Azadî û demokrasî têgehên ayîdê civakê ne, ne ayîdê pergala deshilatdariyê ne. Civak dikarin xwe azad bikin û demokrasiyê ava bikin. Dewlet tu carî demokrasiyê ji gel re nayîne. Dewlet, desthilatdariyê ava dike, zilmê avadike. Yê ku demoqrasiyê ava dike gel e.
Di serhildanan de tiştê ku gel dixwaze girînge. Ji ber xwesteka gel, reng û dengê serhildanê jî diyar dike. Demokrasî û azadî ji dewletê nayê xwestin. Madem azadî û demokrasî têgehên gel in, wê demê gel pêwîste demokrasiya xwe ava bike û xwe azad bike. Demokrasî û azadî nayê xwestin, tê standin, tê ava kirin.
Bi çalakî û protestoyan helwest li hember rêjîma faşîst û dagirker tê nîşandan. Bê guman ev girînge. Lê çalakî û protesto bi tena serê xwe şoreşê ava nake. Çalakî û protesto helwestek li hember dewletê ye da ku xwe biguhere an jî guh bide gel. Lê belê pêwîste neyê ji bîr kirin ku ev rêjîm xwedî karekterê diziyê ye. Li ser esasê talan, qirkirin û faşizmê hatiye ava kirin. Wê demê pêwîste em li bendê nebin ku ev rêjim xwe biguhere. Tenê gel dikare rêjimê biguhere. Yanî pewîstî bi şoreşê heye.
Serhildan, gava yekemîn a şoreşê ye. Serhildan ji çalakî û protestoyan cuda ye. Di nav serhildanan de dibe ku çalakî û protesto jî hebin. Lê serhildan redkirina pergalê ye. Armanca serhildanan ne ewe ku rêjimek xwe biguhere, armanc guhertina pergala dagir kirin, qirkirin û faşîzmê ye. Armanca serhildanan ewe ku gel rêveberiya xwe ava bike.
Dirûşmeya “JIN JIYAN AZADΔ armanc û îdeolojiya serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dide. Ji ber di şexsê jin de jiyana civakê hatiye talan kirin. Di kesayeta jin de civak hatiye kole kirin û desteser kirin. Asta azadiya jinê, asta azadiya civakê nîşan dide. Beramberî wê asta koletiya jinê asta koletiya civakê nîşan dide. Jiyan bi jinê re destpêdike, wê demê ji bo jiyana azad, pewîste destpekê jin azad be. Jina azad bi xwere civakê demokratîk û azad dike, civaka demokratîk û azad, Neteweya demokratik ava dike. Armanca serhildanan ji herdemê zêdetir bi vê dirûşmeyê zelal xuya dike û di beriqîne.
Girêdayî armanca serhildanê tatktîkê serhildanê jî girîng in. Çeka herî mezin ya di destê gel de girseya gel e. Di serhildanekê de çiqas girseya gel mezin be, hêzên beramber ewqasî ditirsin. Gel bi girseya xwe ya bi hezaran, sed hezaran û heta bi milyonan dikare xwe bi parêze. Ji bo ku ew girse kom bibe rê û rêbaz pêwîste. Di serdema sedsala 21’an de amûrên teknîkî gelek tên bikaranîn. Taybet bi rêya medya dîjîtal di nav gel de zû rojev çêdibe û di demek kurt de li cehekî girseyek mezin kom dibe. Bê guman ev avantajeke. Lê li hember vê yekê dewlet netewe kontrola van amûrên teknîkî di destê xwe de digre û kengî li hember xwe xeteriyekê bibîne yekser van amûran bê bandor dike. Xetên medya dîjîtal digre û nahêle ku agahiya civakê ji hev çêbibe. Her çiqas ji aliyê civakê ve rêyên alternatîf bên peyda kirin jî, lê ev nabin çareseriyên mayînde. Li gel rêbazên bikaranîna medya dîjîtal, bi karanîna rêbazên klasîk jî girîng in. Ya ku serhildanê bi hêz dike û hêzek mayînde ava dike rêbazên rêxistinkirina civakê ye.
Dê bidome…
Dilovan Feda Ji Bo Ajansa Nûçe Ciwan Nivîsandî….