NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê kesayeta têkoşer û şehîdê azadiyê Ruksen Zagros bi vê rengî dinirxîne;
“Hevrêya me Rûksen li bajarê Qamişlo yê ku pêşengiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir ji dayik bû, di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Hevrêya me di nav derdoreke ku çanda berxwedanê lê zindî ye de mezin bû û bû şans ku têkoşîna me zû nas bike. Hevrêya me Rûksen ku bû şahida rastiya gerîlayên jin ên ji bo azadiya gelê me û welatê me bi fedekarî têdikoşin, eleqeyek mezin nîşanî felsefeya Rêber Apo da. Weke jineke Kurd hevrêya me ya ku li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re tevlî nava refên têkoşînê bû, li qadên ku şer lê dijwar bû ma û di pratîkê de bû xwedî ezmûneke xurt. Hevrêya me ku şahidiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava di pêşengtiya jinên Kurd de kir û rastiya ku ti gel bêyî xweparastinê nikare li ser lingan bisekine dît, di sala 2014’an de tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Rûksen ku perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê dîtibû bi awayekî serketî qedand, demeke dirêj li qada Metîna gerîlatiyê kir. Hevrêya me yê ku xwedî jiyan û têkiliyên xurt ên hevrêtiyê ye, bi taybetmendiya xwe ya timî hînbûnê û veguheztina tiştên ku hîn bûye di pratîkê de pêşkeftinek bi lez bi dest xistiye. Hevrêya me Rûksen a ku bi jiyan û ezmûna xwe ya gerîlatiyê derbasî Zapê bû, di demeke kin de xwe adapteyî vê qadê kir û weke ku dihat hêvîkirin bû xwedî pratîkeke xurt. Hevrêya me Rûksen a ku li her kêliya Zapê ked daye, her tim bi kesayeta xwe ya bi enerjî û kedkar li eniyê rawestiyaye û ji bo hemû hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêzê. Hevrêya me yê ku hevrêyên xwe bi pêş ve birin, bê hesab beşdarî jiyanê bû, hem di qada leşkerî de hem jî di qada bîrdozî de xwe bi pêş ve dibir, bû xwedî pratîkeke pêşeng a milîtaniyê. Hevrê Rûksen yek ji pêşengên berxwedanê ye ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê pêş ketiye û bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bûye, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran dane, cihê xwe di eniya herî pêş de girt. Hevrêya me Rûksen a ku bi awayekî leşkerî beşdarî jiyan û şer bû û ji xeta berxwedan û serketinê tawîz neda, di êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî de gihişt şehadetê, nemir bû.”