Pêncî sal berê cîhanê Kurd nedidît lê îro Kurd bûne neynika mirovahiyê. Baş û xerab, xweşik û kirêt, rast û nerast, azad û kole bi nihêrîna li Kurdistanê, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê diyar dibe. Dema ku tê xwestin peyvek an jî tevgerek mirovî ye yan ne mirovî ye, li têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinan re tê nihêrîn û wisa ev mesele tê zelalkirin. Kurdên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin û Kurdistana îro bûye wekî kaxiza tûrnûsolê.
Bêguman Kurd û Kurdistan li ser esasê feraset û ravekirina heqîqetê ya Rêber Abdullah Ocalan hatin vê rewşê. Bi saya partî û têkoşîna gerîla ya ku ev ravekirin û fikr li ser xeta fedaî fêm kir û pêk anî, hate vê astê. Bi têkoşîna azadiya jinê ya ku wê dawî li şaristaniya dewletparêz a 5000 salî ya mêr serdest bîne û wê şaristaniya demokratîk serdest bike hat vê rewşê. Bi qehremaniya ciwanên Kurd ên ku hêza xwe ya bi deh hezaran şehîd dane nîşan dan hate vê rewşê. Bi cesaret û fedakariya dayîk û gelê Kurd hat.
Ev tê wê wateyê ku tiştek jixweber çênebû, berovajî vê yekê her tişt bi cesaret û fedekariyeke mezin bi ser ket. Ji ber vê yekê ti hewldan û xwîna ku hatî rijandin vala derneket; bi hev re, wan guhertin û pêşveçûna navborî eşkere kir. Yanî Kurdên ku ji aliyê dinyayê nedihatin dîtin, bûn diyarkerê mirovahiyê. Ji bo mirovahiyê hêzeke nû ya hêvî û heyecanê çêkir.
Niha jî wekî mînakekê em li pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û li rastiya Rêber Apo binêrin! Her tişt çiqas zelal e? Kî bindest e, kî zalim e, kî rast e, kî neheq e, kî azadîxwaz e, kî qirker e, kî demokrat e, kî faşîst e, kî di xweparastinê ye, kî êrîşkar e, kî dide jiyîn û kî wêranker e. Ev hemû pir zelal û eşkere li ber me ne.
Niha em li gerîlayê Zapê binihêrin yên ku ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd bi qehremanî li ber xwe dide! Li vir jî her tişt ne zelal e? Mînak kî êrîşkar e, di nava xweparastinê de ye, kî çekên kîmyewî û nukleerî bi kar tîne, kî bi dilê xwe şer dike, kî guh nade tu rêgezên hiqûq û exlaqê, kî li gorî hemû nirxên mirovahiyê tevdigere, kî dagirker e û kî ji bo hebûn û azadiyê têdikoşe; ev hemû jî pir zelal û eşkere ne.
Bi heman awayî em li rewşa jin, ciwanên Kurd, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat binêrin! Ma ez xisarê didin tu kesî? Lê hema hema her kes bi rengekî zirarê dide wan. Hin bi guhnedana wan û hewldana tunekirina wan vê yekê dikin, hinên din jî bi tenê nabînin û deng dernaxin vê yekê dikin. Lê di pêşengiya jin û ciwanan de gelê Kurd bi şev û roj, ne dixwe û ne vedixwe, di cihê xwe de nasekine, xew nakeve çavan, her cure êşê dikişîne ji bo hebûn û azadiyê, ji bo ku bibe wekî her kesî, ji bo karibe wekî mirovan bijî, her tiştê xwe datîne holê û têdikoşe.
Bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo Kurdistan bûye navenda ronakbîrî û ronahîdanê. Dema mirov ji Kurdistanê li îro temaşe bike, her tişt pir geş xuya dike. Derew, fen û fût, êşkence û zilma hezar salan yek bi yek derdikeve holê. Karakterê faşîst û qirker ê zîhniyet û siyaseta serdest a mêr, rastiya mêtinger, qirker û hovane û qirker a şaristaniya dewletparêz a 5 hezar salî û pergala kapîtalîst a 500 salî bi awayekî zelal derdikeve holê. Pirsgirêka Kurd çi ye, ji aliyê kê ve, kengî û çawa ye û sed sal in li ser vê bingehê çi bi serê gelê Kurd hatiye kirin; ev hemû diyar in. Rastiya qirkirina ku li ser gelên Ermen, Yewnan û Asûrî-Suryanî hatiye kirin û ev sed sal in li ser Kurdan tê meşandin, gelekî bi zelalî tê dîtin û fêhmkirin.
Di pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê de gelê Kurd serketinên leşkerî yên mezin bi dest nexistibe jî, lê bi kêmanî ev rastî hemû derxist holê. Dîroka mirovahiyê û rastiya îro ronî kir. Rastiyeke ku nabe were nîqaşkirin ev e ku ev destkeftiyên gelekî mezin e. Qe nebe mirovahî ji derew, xapandin û xapandina hezar salan xilas dibe; rastiyên dîrokî û heyî dibîne û dikare pêşerojeke realîsttir pêşbînî bike. Dibe ku tiştek ji vê xweştir tune. Bi wêrekî û hewldanê jî têgihiştina pêşbîniyan pêkan e.
Îcar çima em van hemûyan bi vî awayî îfade dikin? Eşkere ye ku ji bo rast têgihîştina rastiya gerîla ya Zapê û ya Îmraliyê ku bi awayekî dijwar tê jiyîn. Rastiya Îmraliyê ev e: Ti rêgezên hiqûqî û exlaqî nayên pêkanîn, girtiyên li Îmraliyê nikarin bi kesî re têkiliyê deynin û di hemû pêvajoyê de cezayê darvekirinê tê sepandin û her tim cezayên dîsîplînê li wan tê birîn. Lê tu deng ji yên ku ev sîstem afirandin û didin meşandin, dernakeve. Faşîzma Erdogan-Bahçelî li ber çavê her kesî tecrîd û qirkirineke mutleq pêk tîne; lê belê afirînerên vê sîstemê tu îtîrazê nakin û piştgiriyeke veşartî an jî eşkere didin.
Rewşa şerê li Zap, Avaşîn û Metîna li holê ye: Çekên kîmyewî û nukleerî ji aliyê dewleta Tirk û rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ve tên bikaranîn, li ser vê bingehê xweza û jiyan tê tunekirin, dema mirov tên qetilkirin. Gerîla bi delîl û îspatên eşkere vî tiştî nîşanî raya giştî dide, lê kesên her dem qala demokrasî û mafên mirovan dikin qet li hemberî vê rewşê tiştekî nabêjin. Dema mesele Kurd û hebûn û azadiya Kurdan be, her cure maf û qanûn bi dawî dibin.
Dema ev nivîs dihat nivîsandin, agahiyên herî dawî di vê çarçoveyê de wiha ne: 6 meh cezayê dîsîplînê yê nû li Rêber Apo hat birîn. Şebnem Korûr Fîncancî ya ku got, “Divê îdiaya çekên kîmyewî ji aliyê saziyên serbixwe ve bê lêkolînkirin” hat girtin û ew şandin girtîgehê. 11 rojnamevanên ku ev agahî dan bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Ji ber vê yekê wateya van çi ye? Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP’ê ji her kesî re dibêje: Hûn ê tiştên ku ez naxwazim nebînin, nizanibin, nebihîzin, ne jî bikin! Ger hûn hewl bidin ku wisa bikin, wê hingê bi kêmanî hûn ê werin êşkencekirin û bikevin zindanê!
Bêguman di vê rewşê de hêleke din jî heye. Girtina Şebnem Korûr Fincanci û rojnamevanan hemû li ser bikaranîna çekên kîmyewî ye. Bi rastî tu sedemek din tune. Tayyîp Erdogan jî di nav de hemû rayedarên faşîst îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî red kirin. Baş e, eger tiştekî wisa tune be, çima tenê ji ber ku mirovan ev tişt gotin û nûçeya wê çêkirine hatin girtin? Ma ev girtinên ku behsa wan tê kirin, bikaranîna çekên kîmyewî bêyî dudilî rewa nakin? Bê guman ew piştrast dike. Ger agir tunebe wê dûman jê neçe. Heger çekên kîmyewî nehatana bikaranîn, wê çaxê ew ê ev fikar û girtin jî tunebûya.
Baş e, rêveberiya AKP-MHP’ê bi vê yekê nizane? Ma ew nizane ku ev girtin tê wateya pejirandina (mikurhatin) bikaranîna çekên kîmyewî? Helbet dizanin û bi mebest vê yekê dikin. Çima? Ji ber ku tu çareyek din tine. Êdî her tişt eşkere ye. Her tişt ew çend eşkere ye ku bi gotina “derew” kes nikare razî bibe. Faşîzma AKP-MHP’ê êdî ber bi dawiya rê ve diçe û tê dîtin ku di vê xalê de rêya şerê eşkere hilbijartiye. Girtina Şebnem Korûr Fîncancî û rojnamevanan ji bo faşîzma AKP-MHP’ê li dijî civakê îlana şer a eşkere ye. Faşîzma AKP-MHP’ê li ser vê bingehê dikeve sala sedemîn a komarê. Bi taybetî kesên ku hêviya xwe bi hilbijartinê ve girê didin, pêwîst e vê rastiyê baş bibînin û rewşê ji nû ve binirxînin.
Wê demê divê li hemberî vê rewşê çi bê kirin? Beriya her tiştî divê ev rewş şaş neyê fêmkirin. Dema ku faşîzma Erdogan û Bahçelî şerekî eşkere îlan kirin, ev ne hêza wan lê bêçaretî û hilweşîna wan nîşan dide. Ango hatine ber asta hilweşandinê û li benda derba hilweşîner in. Divê vê derba dawîn ku wê faşîzmê hilweşîne jî were biserxistin. Ji bo vê jî pêdivî bi du tiştan heye: Cesaret û hewldanên mezintir.Divê êrîşên faşîst mirov bi paş nexe, berevajî wê divê em têkoşîna li dijî faşîzmê bi cesaret û hewldaneke mezin geş bikin. Wê demê ew ê hilweşandina faşîzmê zûtir pêk were.
Selahattîn Erdem Nivîsandî….