NAVENDA NÛÇEYAN – Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi hezaran ciwanên qehreman û fedakar ku ji bo axa welat û gelê xwe ve canê xwe dane hene. Her ciwanek ji wan jî bi serê xwe roman û destanekî bê dawiye. Di Kêliyên herî zehmet de bi girêdanbûyîna xeta Rêber Apo û şehîdan ve têkoşîn dane meşandin. Di wan kêliyên zehmet de riya azadiyê bû gel û civaka xwe ronî kirine. Ji dîrokê re li pey xwe lehengtî, fedakarî, qehremantî, cengewarî û bi dehan taybetmendiyên ku nayên ziman hêştin e. Yek ji wan ciwanan jî ku bi hezkirina xwe ya ji azadiyê re dihate nas kirin Şehîd Serdem Agirî ye, ku 18’ê Cotmehê de nasnameya wî ya hate eşkere kirin.
Şehîd Serdem Agirî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji warê şoreşê, ji civaka Arîn Mîrkan û Rêvanan e. Şehîd Serdem bi avabûna şoreşê re Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ku îro ji bo tevahî mirovahiyê bûye riya rizgariyê nas dike. Bandora ku li ser wî çêdibe û meraqên ku jiyan dike wî ber bi xeta têkoşîna azadiyê ve dikşîne. Şehîd Serdem kesayeta xwe û naskirina wî ya ji partiyê re wiha tîne ser ziman; “Navê min Serdem Agirî ye, li bajarê Qamişlo di nava malbateke welatparêz de hatime dinyayê. Hîna dema ez biçûk bûm min partî nas kir. Şoreşa Rojava dema ku destpêkir mirov dikare bêje wê demê me dest bi famkirina partiyê kir. Nas kirin û tevlîbûna partiyê jî ser vê bingehê bû. Têkoşîn û şihadetên ku di nava şoreşê de dihat dayîn viya ser min bandorî çêkir. Rastî jî dema ku me li hevalan dinêrî çawa jiyan dikin, çawa şer dikin bandoriyeke ne normal ser me de û kesayeta min bi xwe de çêdikir.”
Her bi hesreta dîtina Rêber Apo li welatekî azad jiyan kiriye, ji bo ku vê hesareta xwe bike rastî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di warên azad de asoya xwe ya xeyalan fireh kiriye. Bi van gotinan jî şehîd Serdem Agirî xeyalên xwe tîne ser ziman; “Hem di nava jiyana min a gerîlatiyê û hem jî di dema ez zarok bûm, her xeyalek min hebû min her ew xeyala dikir, ew jî ez Serokatiyê bi çavên xwe bibînim bû. Her weke hesretekê bi min re maye. Ji bo ku em vê xeyalê jî bighînin serî çi ji me tê xwastin heya dawiyê emê pêk bînin û ji bo wê jî amade ne.”
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî derbarê kesayeta ciwan a Şehîd Serdem Agirî de van nirxandinan dike;
“Hevrêyê me Serdem jî li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Hevrê Serdem destpêkê tevlî xebatên xweparastinê dibe, piştre li ser çeka sûîkastê xwe pêş dixe, dema ku şer li Zapê xurt dibe, derbasî Zapê dibe. Hevrê Serdem ê di asteke diyar de dibe xwedî ezmûn, bi qasî ku kêrhatiyên xwe derbasî hevrêyên xwe jî bike, ji hevrêyên xwe jî sûdê digire, xwe ji bo pêvajoyeke şer a mezin amade dike.
Hevrêyê me Serdem ê di warê îdeolojîk de zelal e, ji bo şerê tunelan û dîsa şerê tîm ê bi tevger amade dike û tevlî dibe. Ji bo vê tevlî hemû xebatên vê pêvajoyê dibe. Erka pêşengtiyê bi serketî pêk tîne. Dema ku pêvajoya şer jî dest pê dike, sekna xwe ya ewilê diparêze, bi hêza xwe ya milîtantî ya komînal bê dudil pêk tîne.
Hevrêyê me bi layîqbûna şehîd û Rêbertiyê dikeve tevgerê, bi hêza ku dîtina Rêber Apo ya xeyala wî bû, bi ser dijmin de diçe. Hevrê Serdem ê bi lêdana xwe ya li dijmin, bûye yek ji kedkarê mezin ê berxwedana li Zapê. Hevrê Serdem ê di her xebatê de cih girt, bi eşq û daxwaz bû milîtaneke mînak ê Apoyî, bi bikaranîna çekên kîmyewî ya dijmin şehîd bû, têkoşîna xwe ya şoreşgerî di lûtkeyê de temam kir.”