NAVENDA NÛÇEYAN – Di serhildanan de ji bûna ku gel xwe biparêze amûrên wek Molotof kokteylî, fîşekên hewayî dikare li hember hêzên êrîşkar bi kar bîne. Bikaranîna molotofan hem di nav kolan û caddeyan de û hem jî ji ser malan li hember hêzên êrîşkar çeka herî bi bandore. Di encama avêtina molotofêde jî agir derdikeve û hêzên êrîşkar mecbûr dimînin xwe paşde bikşînin. Ew jî wek çekek xwe parastinê tê bikaranîn. Molotof çeka herî bi bandor ya destê serhildêran e. Hem ji bo parastinê û hem jî ji bo êrîşê tê bikaranîn. Dîsa Molotof sembolek serhildana ne. Di hemû serhildanan de nîşaneya hêza serhildan û redîkalbûyîna serhildanê bi molotofê tê nîşandan.
Bikaranîna fîşekên hewayî her çiqas wek molotofê ne xwedî dîrokek dirêj be lê belê li ser hezên êrîşker xwedî bandorek mezine. Dema çalekger kutuya fîşekên hewayî di destê xwe de saxlen digre û berê kutuyê dide hêzên êrîşker, ew fîşek bi ser wan de diçin. Di nav hêzên êrîşker de panîkê dide çêkirin. Di heman demê de hem deng û hem jî ronahiya wê moralê di nav çalakvanan de çêdike.
Di taktîkê xwe parastina serhildêran de amorekî din ku mirov bi kar bîne, boyax e. Dema hundirê şîşeyan tijî boyax dikin û wê şişeye wek Molotof li hember maşînên êrîşkaran bi kar tînîn, maşînê êrîşkaran camên wan bi reng dibin û nikarin pêşiya xwe bibinin. Bi vî şêwazî bi rêbazek basit maşînê êrîşkaran tên bê bandor kirin. Di heman demê de eger maşîn bê bandor nebe jî her boyax li ser maşînê dimîne, wek çalakger îmzaya xwe li ser wê maşînê deynin bandorek pîskolojîk tê avakirin û ev jî ji serhildanêre dibe propaganda.
Bê guman li gor asta êrîşên hêzên dijmin serhildêr jî li gor demê çeken xwe yên parastinê wê bi guherin û bi rêbazên guncav xwe bi parêzin. Her serhildan di xwezaya xwe de şoreşê armanc dike. Nerazîbûnên civakê di civakêde xwesteka guhertinê dide avakirin. Pêşeng vê nerazîbune vedigerîne xwesteka şoreşê. Eger di civakê de xwesteka civakê venegere şoreşê, nerazîbunên hestiyarî wê bibe sedema têkçûna serhildanê. Bi qasî ku serhildan derfetekî mezin yê şoreşê ye, eger pêşengtiyek rast neyê kirin, gel wê rû bi rû ye qetlîamên mezin bimîne. Di vî alî de pêşengtiya serhildanê wek gömlekek ji agire. Heger nizanibî li xwe bikî wê xwediyê xwe bi şewitîne.
Ji bûna ku gel bê parastin, pewîste serhildan vegere şoreşê. Şoreş, ji holê rakirina pergala desthilatdariyê ye. Dema pergala desthilatdariyê yanî pergala dewletê ji holê bê rakirin, li cihê wê rêveberiyên gel bên avakirin. Ji ber gel bê rêveberî nabe. Eger li cihê pergala desthilatdariyê tiştek neyê avakirin li wir wê kaosek derkeve û hêzên desthilatdar dikarin xwe zu rêxistin bikin û dubare êrîşî hêzên şoreşger bikin.
Di pêvajoya serhildanê de bê guman hêzên dagirker wê bê navber êrîş bikin, wê serhildêran bigrin bixin zîndanan de, wê serhildêran birîndar bikin an jî şehîd bixin. Ev bedelên serhildanê ne. Eger pêşeng vê pêvajoyê baş bi rêve bibe, dikare vê hewladana dijmin vegerîne avantajekê. Ji ber êrîşên dijmin hovîtiya dijmin nîşan dide. Serhildan çiqas radîqal bibe, rastiya dijmin jî ewqasî eşkere dibe. Gel çiqas rastiya dijmin bibîne wê ewqas tevlî serhildanê bibe. Girînge ku pêşengên serhildanê bi hêz li girtiyan, birîndar û şehîdan xwedî derbikevin. Xwedî derketina li girtî, birîndar û şehîdan, bi girse serdan kirin û pêşwazîkirina wan, wê girseya serhildanê zindî bihêle û aktif bike.
Bi dawî bû…
Dilovan Feda Ji Bo Ajansa Nûçe Ciwan Nivîsandî….