NAVENDA NÛÇEYAN – Rojava weke şoreşa jinê ya azadîxwaz a sedsala 21’ê tê dest nîşan kirin û tê gotin, ”Şoreşa Rojava ku berhema felsefe û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo ye, bûye sîstemeke çareseriyê û yekemcar ji bo gelên Rojhilata Navîn û herêmê çareseriyeke mayînde afirandiye, bûye hêvî û kelecaneke mezin.
Berxwedana destanî ya ku li Kobanê û tevahiya Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi navê mirovahiyê hate meşandin, ne tenê li Rojava û Rojhilata Navîn, li nava tevahiya mirovahiyê sempatî û piştgiriyeke mezin afirand.
Yek ji Şervanên ku cihê xwe di nava berxwedana Kobanê de giritye û li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, û di wê şerî de birîndar bûye jî Newal Întîkam e. Şervana YPJ’ê Newal Întîkam ji me re axivî û diyar kir ku rojên di Kobanê de hatine jiyan kirin hem rojên xwaş bûn û hem jî rojên bi êş bûn, lê li ruxmî her tiştî jî serkeftin bû ya me.
ARÎN MÎRKAN SERKEFTIN TEQEZ KIR
Di serî de Newal 1’ê Mijdarê roja cîhanî a Kobanê li Rêber Apo, şervanên YPG-YPJ’ê pîroz kir û diyar kir ku bi çalakiya Arîn Mîrkan re serkeftina Kobanê teqez bû; “Navê min Newal Întîkam e. Di serî de em roja cîhanî ya Kobanê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û şervanên azadiyê pîroz dikin. Dema ez derbasî Kobanê bûm, wê demê DAIŞ’ê bi awayekî herî hov êrîş dibir ser hevalan. Dema ku şehîd Arîn Mîrkan çalakiya fedayî kir, me got emê bi serbikevin em piştî vê gavê êdî bi bin nakevin. Heya roja îro jî em li ser şopa şehîd Arîn Mîrkan û tevahî hevalên ku di Kobanê de şehîd bûne dimeşin.”
KÊLIYÊN ŞER HER DI BÎRA MIN DE YE
Newal Întîkam ku bi xwe cihê xwe di nava vê berxwedanê de girtiye, dema şer de birîndar dibe û roja îro de jî weke şervaneke gazî têkoşîna xwe berdewam dike. Newal bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Ez bi xwe jî weke şervanekê di şerê li Kobanê de birîndar bûm, lê kêliyên şerê Kobanê her di bîra min de ye. Kobanê hem kêfxwaşî bû û hem jî bi êş bû, li ruxmî wê jî me bi ser xist.”
NC// Baran Mawa