NAVENDA NÛÇEYAN – Bi qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî re gelên Rojhilat û Îranê ji nû ve dest bi serhildanan kirin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan û muxalefetê, ji meha Îlonê û vir ve di navbera 250 û 320 kesan de herî kêm ji nava wan 30 zarok hatine kuştin. Xwepêşandan li nêzîkî 200 bajaran belav bûne û heta niha bi deh hezaran kes hatine girtin.
Di 26’ê Cotmehê de, di çilrojiya Jîna Emînî de, çalakiyên li Rojhilat derbasî qonaxeke nû bû. Bi zêdebûna gef û êrîşên rejîmê re bi hezaran kes daketin kolanan. Di serhildanên Rojhilat û Îranê de xwendekar bûn hêza pêşeng. Li Sinê, Mehabad, Seqiz, Merîwan, Tehran û gelek bajarên din xwendekaran ji serhildanan re pêşengtî kirin û heya niha jî vê rola xwe ya pêşengtiyê didomînin.
Li ser vê bingehê komek jinên ciwan û ciwanên xwendevan ên Rojhilatî ku li zanîngeha Sine dixwînin, ji bo li dijî her cure zilmê li berxwe bidin û şoreşê biparêzin berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê ku di pêşengtiya jin û ciwanan de destpêkirî bingeha xwe ji îdeolojiya azadiyê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire. Tevlîbûna ciwan û jinên ciwan ên xwendevan a nava refên gerîla jî vê yekê pişte rast dike. Ciwan û jinên ciwan li riya guhertinê û hêza çareseriyê di nava refên PKK’ê de dibînin. Ji ber ku beriya dehan salan a ku jin û ciwan ji bin pencên qirkirinê rizgarkirî tevgera azadiya Kurdistanê û fikrên Rêber Apo bû. Li ser vê bingehê ji bo xwedîderktina li keda Rêberê Gelan û tolhildana şehîdan deh xwendevanên zanîngeha Sineyê tevlî nava refên gerîla bûn.
Xwendevanên ku bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ragihandine bang li tevahî çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin ku têkoşîna xwe bi têkoşîna li çiyayên Kurdistanê re bi hêz bikin û di vê riyê de li çareseriya demoqratîk bigerin.
Her wiha bang li tevahî ciwan û jinên ciwan jî kirin ku berê xwe bidin nava refên gerîla û dagirkeriyê têk bibin.
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
JI RAYA GIŞTÎ, GELÊ KURD Û GELÊN BINDEST ÊN ÎRANÊ RE
Em komek ciwan û jinên Rojhilatî, ji Zanîngeha Sine, bi pêşketina şoreşa azadiya jinê ya ku li Rojhilat û Îranê destpêkirî, ji bo li dijî her cure zilmê li berxwe bidin, tevlî nava refên gerîla bûne. Berxwedan û têkoşîna rewa ya gelê Kurd û gelên Îranê li hember zilma 44 salan a rejîma xwînmij û baviksalarî ya Îranê gihiştiye qonaxa dawî.
Bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re agirê nefreta hemû gelan ji nû ve hate pêxistin. Bê guman ev gaveke zêrîn e ji bo yekgirtina daxwazên me yên rewa û xwe birêxistinkirin ji bo gihandina asoyeke geştir. Di vê rewşê de beşên civakê yên herî bindest jin û ciwan bi tifaqeke dîrokî stûnên desthilatdariyê dişkînin û bingeha jiyana azad datînin.
Rewşa heyî di dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî de xwe dide der. Mizgîniya yekîtî û serketina hêzên rizgariya gelan li hemberî hêzên kevneperest ên herêmê ye, ku ferhengoka wan jinan weke kole, jiyana şaş û ji azadiyê bêpar dibîne ye. Ji ber vê yekê dewletên dagirker û qirker ên Îran û Tirkiyeyê li ser navê hemû kevneperestan dest bi êrîşên dawî kirin û bi awayekî hovane êrîşî gel û gerîla kirin.
Em weke jinên ciwan û ciwan bang li jin û ciwanên Kurd, Fars, Azerî, Belûç, Ereb û Gîlak dikin ku tola dîrokî ji dagirkeran hilînin û şoreşa azadiya jinê bi ser bixînin. Werin em kîna xwe ya netewî û çînayetî bi rêxistin bikin û zêdetir bibin. Werin em qadên şer bi vî rengî berfireh bikin. Ji bo parastin û domandina şoreşê li kolanan, divê em qada şer li çiyayan berfireh bikin û hêza gerîla weke hêza rêxistinkirina jin û ciwanan bi hêztir bikin.
Ji bo parastina şoreşa jinê, ji bo azadiya jin û civakê, ji bo azadiya Kurdistanê
Ciwan û xwendekarên zanîngeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê
Dem dema şerê gerîla ye!
Werin Cenga Azadiyê!
Bijî Rêber APO!
Jin, Jiyan, Azadî!”